Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomar Tayyip Erdogan derbarê êrişa li Dîlokê de agahiyên nû anî ziman.
Erdoganî ku li Stenbolê pirsên rojnamegeran bersivandin û destnîşan kir ku temenê xwekujê ku li Dîlokê êriş pêk aniye 10-12 salan e.
Axavtina Erdogan bi vî rengî ye:
"Duhê li Şahînbeya Dîlokê di dawetekê da di encama teqîn an jî teqandina xwekujeke 12-14 salî da pêşiyê 94 kes birîndar bûbûn. Niha tabûrcîbûna ne tê de, li nexweşxaneyan 69 birîndar hene. Rewşa ji van 17 kesan xedar in. Heta niha hejmara kesên ku mirine jî bûye 51."
“Bûyer li taxeke ku piraniya şêniyan ji Sêrt û Wanê ne qewimiye.”
“Li gorî qineta emniyetê, ev wek êrîşa DAIŞê ye”
"Li gorî qineta walîtî û emniyeta me, ev wek êrîşa DAIŞê xuya dike. Melûm e, di heyama dawîn de DAÎŞê hewl dida ku li Dîlokê cih bibe. Gelek operasyon hatin kirin û tên kirin. Niha jî li wir xebatên hêzên me yên ewlehiyê wê zêdetir dewam bike."
“Dibe ku DAIŞ be, PKK be; hemû rêxistinên terorî ne”
“Ev dibe rêxistina terorê FETO be, PKK be, DAÎŞ be, PYD û YPGya li hin deverên Sûriyê be. Hemû ji bo me rêxistinên terorê ne.”
(HK/YO)