Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Derbareyê vê pêşnûmayê de duh li Amedê bi awayekî berfireh daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Hevseroka Giştî ya DBPê Sebahat Tûncel, Hevserokê Giştî ya HDPê Selahattîn Demirtaş, hevşaredar, parlementerên Hdpê, endamên meclîsên şaredariyan, endamên meclîsa giştî, xebatkarên şaredariyê û gellek welatî li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin gel hev.
Wê îro pêşnûmaya Zagona Tûrikî ya ku hikûmeta AKPê îro li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê dîtin. Eger ew pêşnûme were qebûlkirin, rêvebireke şaredariyê ku bi tewanbariya rêxistina terorê were dadkirin û wezîfeyê wî ji destê wî were hildan, êdî Wezareta Karên Navxweyî wê bikaribe ku bi temamî dest dayne ser şaredariyê û dewrê qayûman bike. Di daxuyaniyê de pêşî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak axivî.
Kişanak: 'Ev tasfiyekirina demokrasiya herêmî ye'
Kişanak, dest nîşan kir ku di pêşnûmaya Zagona Tûrikî ya ku bo Lijneya Giştî ya Meclîsê hat şandin de, hukmên tasfiyekirina demokrasiyê hene û wiha got:
"Çêkirineke ecêb ya zagonan guncandin û her tişt xistin hundirê tûrik. Gelek maddeyên nepen ên tê de veşartîne ku dê encamên wê giran bin. Dixwazin rêveberiyên şaredariyê yên bi dengê gel hatine hilbijartin tasfiye bikin. Xema wan ne ew e ku ji ber sûcekî kesekî bdiarizînin. Ji xwe vê dikin. Bi birayara Wezareta Karên Hundir hevşaredar, endamên meclîsê bêyî biryara darazê ji peywirê hatin dûrxistin û girtin. Ev zagon bi temamî tasfiyekirina hevşaredar, encumen û meclîsê ye.”
Tuncel: Ev li dijî hemû şaredariyan êrîş e
Hevseroka Giştî ya DBPê Sebahat Tuncel jî derbarê mijarê de axivî û wiha got:
Em wek DBPê bang li hikûmet û muxalefeta serek dikin. AKP berî betlana meclîsê dixwaze vê di meclîsê re derbas bike. Divê CHP jî tewrê xwe bide der. Kesên ku îro li dijî desteserkrina şaredariyên kurdan tiştekî nakin, dema sibê dor hat wan dê tu kesî li gel xwe nebînin. Dibe sibê ev bo hemû şaredariyan rewa bê dîtin. Dibe ku kesek ji nişkave ji aliyê Wezareta Dadê ve ji peywirê bê girtin û li şûna wî karmendek bê pîşandan. Em behsa zagoneke ku her kesî wek terorîst dibîne dikin. Zagoneke ku di serdemek wisa derdikeve, êrîşa li dijî hemû şaredariya ye.
“Banga meya ji bo AKPê ye, bi plana koçşikandinê dê peseleya kurd çareser nebe. Ev dê welat berbi kaosê ve bibe. Heke dixwazin mekanîka derbeyê ji holê rakin, divê komara demokratîk ava bikin. AKP her roja ku derbas dibe krîza li Tirkiyeyê kûr dike. Ev rê ne rê ye. Îro ji bo kurdan dê sibê ji bo kesên din be."
Demirtaş: Qayûman nas nekin
Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş jî mafê axaftinê girt, hem hikûmet û hem jî muxalefetê hişyar kir. Axaftina Demirtaş wiha ye:
"Em li bendê ne ev qanûn paşve ji bo Lijneya Giştî ya Meclisê bê şandin, lê em dizanin li hemberî me desthilatdariyeke siyasî ya wijdan û exlaqê xweyî siyasî windakiriye heye. Ji ber hemû hişyariyên me, her çendî ji bo selameta welat erênî bê jî, ji ber ku muxalefeta ji hêla HDP û DBPê tê kirin guh nadinê.
'Divê hilbijartina pêşwext a herêmî bê kirin'
“Em careke din rastiyên dîrokî dibêjin. Ne pêkan e hûn vîna gel xesip bikin. Hejmara tiliyên we yên destan têrê bike jî hûn ê nikaribin vê qayûmê bixebitînin. Em li vir bangî sendîka, xebatkarên şaredariyê, baro û saziyên civaka sivîl dikin. Ew kesên ku gel hilbijartiye dema neyên naskirin, hûn jî yên bi qayûmê hatine nas nekin. Dê gel wan dede xebatê. Dê van dîktatoriyan nedin xebatê. Hûn difikirin ku şaredarî naxebitin, wê demê werin ew cihê hûn difikirin qayûmê bavêjnê, em hilbijartina pêşxwex bikin.”
‘Em ê li meclisê muxalefeteke dijwar pêk bînin’
Demirtaş wiha got: Heke şaredariyeke ku divê qayûm bê avêtin hebe, ew jî Şaredariya Enqereyê ye. Îtîraf kir û got 'Min ji Gulen re gelek erd tehsîs kir.' Heke hûn ê dest pê bikin ji wir dest pê bikin. Şaredariya me metroyek erd jî nedaye rêxistina Gulen. Nedaye tu rêxistinê jî. Heke kesekî ku ji alikariya rêxistina terorê bê girtin ew jî tu yî.’
Ez li vir bangî hemû saziyên civaka sivîl dikim. Hûn alîgirên qayûmê ne an alîgirê vîna gel? Rengên xwe diyar bikin. Em dixwazin aligiriya her kesî bizanibin. Dema sibê qayûm hat em ê çawa ji vê sûdê bigirin, wekî demên borî em ê rantê çawa bi dest bixin, heke hebin divê em bizanibin. Em baro û sendîqeyan dewetî ser peywîrê dikin. Hûnê bi wan re bixebitin, hûnê bi wan re hevkariyê bikin? Divê gelê me jî ji her tiştî re amade be. Dê li hemberî vê destaserkirinê bê deng bimînin?”
“Dê qanûn sibê bê dîtin. Em hêvî dikin ev hewldana dînîtiyê ji lijneya giştî vegere. Lê em ê ji derveyî parlamentoyê jî mafê xweyî berxwedana rewa bi kar bînin. Ev ji bo her kesî jî derbas dar e. Tu carî têkçûn, paşve gavavêtin û moralê xwe xirabkirin tune. Em ê bi coşeke mezin têkoşînê bimeşînin."
(BK/YO)