Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Siyasetmedarê kurd Tarik Ziya Ekinci ragihand ku serdegirtina avahiya Rêxistina HDPê ya Stenbolê bi ti awayî nayê qebûlkirin û bangî rayedaran kirin ku vê yekê zelal bikin.’
Tarik Ziya Ekinci di daxuyaniya xwe ya ji bianetê re de wiha got:
‘Li Tirkiyeyê partiya herî mezin a sêyem HDP ye û ew ji bo demokratîkbûnê di rola sereke de ye. Serdegirtin û talankirina ku li dijî HDPê tê kirin, pêkanînên bêhiqûqî ye.’
‘OHAL ne rejîma bêhiqûqiyê ye. Kes nikare li gorî kêfa xwe tevbigere.’
‘HDP, partiyeke di parlementoyê de ye û rêxistina wê ya herî mezin jî ya Stenbolê ye. Serdegirtina li dijî rêxistina Stenbolê bi ti tewanbariyên ewlehiyê ve were îzahkirin.’
‘Yê ku hatiye kirin êrişeke li dijî îradeya milî ye. Divê derbarê berpisrên wan serdegirtinan de lêpirsîn were vekirin û ew werin dadkirin. Ev yek ji bo dewleteke bi hiqûq nebenabe ye.’
‘Ez bangî rayedaran dikim ku bila wezîfeyên xwe bi cih bînin û wê bêhiqûqiya ku hatiye kirin jî zelal bikin.’
Çi bûbû?Tîmên taybet duh destê sibehê li Beyoglu Tarlabaşiyê avêtin ser avahiya HDPê ya Stenbolê. Serdegirtin bêyî parêzer û rêvebirên rêxistina partiyê hat kirin û polêsan deriyan şikandin û bi wî awayî ketin avajiya partiyê. Di daxuyaniya ku derbarê wê serdegirtinê de ji hêla Hevserokatiya HDPê ya Stenbolê de hat dayîn de wiha hate gotin: ‘Deriyê avahiya partiya me şikandin û bi wî awayî ketine hundir. Derdorê avahiyê hat dorpêçkirin û li ser avahiyê jî helîkopter perwazan kirin. Yên ku bi navê lêgerînê hatin kirin, talankirin û wehşet bû. Hemû eşyayên me yên teknîkî, komputerên me hatine şikandin, dosye, arşîv û pirtûkên me belawelayê erdê kirin, hemû mobîlya û sandalyeyên hundir de hatine şikandin û hemû deriyên di nav avahiyê de jî hatin şikandin û bi vî awayî zerar û ziyaneke mezin çêbû.’ Rêveberiya Rêxistina HDPê ya Stenbolê duh di saetên nîvro de li ber avahiya partiyê daxuyanî dan ji çapemeniyê re û wê yekê şermezar kirin. |
(EKN/YO)