Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Her du lîder piştî xistina balafira Rûsyayê cara yekem hatin cem hev û daxuyaniyeke hevpar dan ji çapemeniyê re.
Lîderan duh êvarê jî ligel karsazên Rûsya û Tirkiyeyê beşdarê xwarinê bûn û li wir axaftinan kirin.
Civîna ji bo Sûriyê ji çapemeniyê re girtîbû
Beriya xwarinê Erdogan û Pûtîn li ser mijara Sûriyê civiyan. Ew civîn ji çapemeniyê re girtîbû.
Hevdîtina li Qesra Konstanê pêk hah nêzî 2.5 saet kişand.
Erdogan û Pûtîn piştî bi awayekî hevpar daxuyanî dan çapemeniyê re, ji bo mijara Sûriyê careke din hatin cem hev.
Erdogan: Di warê aboriyê de şikestin nîn e
Serokomar Erdogan axavtina xwe de wiha got:
‘Bi wesîleya vê hewldana derbeyê hemû dinya bû şahid ku aborîya bi hêz a Tirkiyeyê li ser bingeheke xurt e. Piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê, ji detpêka vebûna piyaseyan şûnde îstiqrar û ewleyî xwe nîşan daye.’
Erdogan dest nîşan kir ku hecma bazirganî ya her du aliyan a ku di sala 2008a de 38 milyar dolar bû, sala borî daket 24 milyar dolarî. Erdogan daxuyand ku di pêşketina têkiliyên bazirganî de peywirên giran dikevin ser milê karsazan û got projeya Santrala Enerjî ya Nukleera Akkuyuyê ya ku ji ber têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê bi derengî ket, divê ji nû ve were bilez kirin.
Pûtîn: Şikandin hêsan e, avakirin zehmet e
Serokdewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn jî di axavtina xwe de wiha got:
‘Divê ji bo em bigihêjin asta têkiliyên xwe yê berê, em xebateke qedemeyî pêk bînin. Li cim me tê gotin ku şikandin hêsan e, avakirin zehmet e. Gelek zehmet e ku em têkiliyên xwe bînin asta berê, lê ez wisa difikirim ku em ê di vê warî de serkeftî bin.’
‘Em dixwazin ku têkiliyên xwe ji beriya xistina balafirê jî zêdetir û xurtir bikin. Ev dê bi piştevaniya we ve pêk were.
(AS/YO)