Haberin Kürtçesi için tıklayın
Duh piştî civîna Lijneya Wezîran Alîkarê Serokwezîrî Numan Kurtulmuş daxuyanî da çapemeniyê. Kurtulmuş ragihand ku hildana îzna salane ya karmendan ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê hatibû qedexekirin, hat rakirin û got:
‘Ji îro şûnde qedexeya hildana îzna salane ya karmendan hat rakirin. Karmendên me dikarin îzinên xwe bi kar bînin.’
Bi biryarnameya ku bi îmzeya Serokwezîr Binalî Yildirim ya di 18ê Tîrmehê de hatibû ragihandin ve hildana îzna salane ya karmendan hatibû qedexekirin.
‘Îhtimaleke mezin e ku betlaneya Cejna Qurbanê 9 roj in’
Numan Kurtulmuş her wiha derberê dema tetîla Cejna Qurbanê de jî axifî û got:
‘Îhtimaleke mezin e ku tetîla Cejna Qurbanê 9 roj in. Lêbelê hêj derbarê vê mijarê de ji hêla Lijneya Wezîran ve ti biryar nehatiye girtin.’
(HK/YO)