Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu biryar girt ku wê roja yekşemê beşdarê mitînga li Yenikapiyê bibe ku ew mitîng ji hêla serokomariyê ve tê lidarxistin.
Lijneya Rêveberiya CHPê îro saet 11:00an de derbarê mitînga roja yekşemê de civînek li dar xistin.
Piştî civîn bi dawî bû, Berdevkê CHPê Selin Sayek Boke daxuyanî da û destnîşan kir ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wê beşdarê mitînga Yenikapê bibe.
Kiliçdaroglu beriya niha daxuyandibû ku ew naçe mitîngê lê heyetek ji CHPê wê beşdar bibe.
Li ser wê yekê Serokomar Erdogan bangî Kiliçdaroglu kiribû û gotibû; ‘Ez dixwazim ku ew jî beşdarê mitîngê bibe’. Her wiha Serokwezîr Binalî Yildirim jî careke din bi riya telefonê Kiliçdaroglu diyariyê mitîngê kiriye.
Tê payîn ku Kiliçdaroglu li mitîngê axavtin jî bike.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli jî çend roj ewil daxuyandibû ku ew ê beşdarê mitîngê bibe.
Tê zanîn ku HDP jî yek ji wan partiyên di parlementoyê de ye, lê serokomariyê ne ji HDPê re ne jî ji partiyên din ên li derveyî parlementoyê ne re ji bo beşdarbûna mitîngê diyarî neşandiye.
(EKN/YO)