Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Colemêrgê li ber derê şaredariyê HDP(Partiya Demokratîk a Gelan) û DBPyîyan(Partiya Herêman a Demokratîk) nobeta ‘’bila derbe nebin, dila demildest demokrasî hebe’’ digirtin û ji bo vê yekê kon danibû, polîsan bi ser konê nobetê de gitine.
Li gor nûçeya YuksekovaHaberê di konê nobetê de Parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê, Nîhat Akdogan, hevseroka şaredariyê Fatma Yildiz û gelek nûnerên Saziyên civakî hebûne.
Polîsan dest danî ser kaxezên dirûşmên wek ‘’ez xwedaniyê li aştiyê dikim, li hember derbeyê têdikoşim’’’’ez xwedaniyê li kedê dikim, li hember derbeyê têdikoşim’’ ‘’Bila tecrîd nebe, çareserî li Îmraliyê ye.’’
Parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê, Nîhat Akdoganî piştî bûyerê got:
‘’Di dîroka Tirkiyeyê de cara pêşiyê bû ku balafirên bi baca welatiyan hatîn standin bombe barandin ser parlamentoyê. HDP bi zelalî li dijî vê yekê bû.
‘’Ya rastî HDP hem li dijî darbeya sivîl û hem jî li dijî darbeya leşkerî sekiniye.
(ÇT/MB)