Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Almanyayê destûr neda ku Erdogan bi vîdeo-konferansê ji bo xwenîşandarên li Kolnê biaxive. Li ser vê yekê Wezareta Derve bangî meslehetgozarê(berjewendîparêz) Almanyayê, Robert Dölgerî kir ku bihê wezaretê.
Roja Yekşemê tê çaverêkirin ku xwenîşander ‘’ji bo demokrasîyê li dijî derbeyan’’ xwenîşandanan pêk bihînin. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî jî dê bi vîdeo-konferansekê ji bo civatê biaxiftiya, rayedarên Almanyayê axiftina Erdoganî qedexe kir.
Meslehetgozar ji bo wezaretê hat vexwendin
Wezareta Derve bangî meslehetgozarê(berjewendîparêz) Almanyayê, Robert Dölgerî kir ku bihê wezaretê.
Li gor Ajansa Anadolûyê ji ber ku balyozê Almanyayê yê li Enqereyê Martin Erdmann li derveyî welatî ye Dolger hatiye vexwendin.
Li gor Ajansa Anadolûyê ji serkaniyên fermî ragihandiye qedexekirina axiftina Erdoganî dê ji meslehetgozarî bihê pirsîn. (HK/MB)