Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag piştî hewldana derbekirinê beşdarê weşana CNN Turkê bû û pirsên Hande Firat bersivandin.
Mijarên ku Bekir Bozdag anî ziman bi rengî ye:
*Wê rûniştinên doza derheqê hewldana derbekirinê li Enqere Sincanê were kirin.
*Di destpêkê de dema binçavdemayînê wê 7-8 roj bibin.
*Hinek ji wan nehatine binçavkirin. Dibejin ku hinekên ji wan reviyane derveyê welêt.
*Amerîkayê ji bo demildest girtina Gulen de delîlan xwestin, wê Wezareta Dadê îro hin delîlan bişînin. Ez dikarim bi taybetî ji bo radestîkirina Gulenî biçim Amerîkayê. Bo radestîkirina Gulenî feraseta Amerîkayê jî gûheriye û bi awayekî erênî nêzikê vê yekê dibin. Amerîka dizane ku ew hewldan bi talîmatdayîna Fetullah Gulenî pêk hatiye.
*Dê ji bo cezayê darvekirinê nirxandinan werin kirin û pêngava ku were avêtin jî dê piştre diyar bibe.
*Hukimetê tedbîrên ewlehiyê li Îmraliyê girtiye. Di warê ewlehî an tenduristiyê de ti pirsgirêkeke Abdullah Ocalan nîne.
(NV/YO)