Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Biryara ku ji hêla Lijneya Wezîran hatibû girtin û li gorî wê yekê heta 3 mehan li her derê welêt rewşa awarte (OHAL) dê were îlankirin, piştî dengdayîna li meclisê hat qebûlkirin.
461 parlementer beşdarê dengdayînê bûn. Di encama 346 dengên erê û 115 dengên na de biryara îlankirina OHALê hat qebûlkirin.
Piştî hewldana derbekirinê ku di 15ê Tîrmehê de pêk hatibû, duh (20ê Tîrmehê) Lijneya Parastinê û Lijneya Wezîran civîn li dar xist. Serokomar Tayyip Erdogan piştî wê civînê daxuyandibû ku wan heta 3 mehan li her derê welêt rewşa awarte (OHAL) îlan kiriye.
(EA/YO)