Piştî ku parêzbendiyên parlementerên ku derbarê wan de fezleke heye hatin rakirin, ew fezlekana şandin ji dozgeriyan re. Piştî vê yekê jî di çarçoveya 4 lêpirsînên ku ji hela Serozgeriyên Mêrsînê û Midyatê ve dane destpêkirin de talimat hat dayîn ku Selahattîn Demirtaş li Enqereyê îfade bide.
Serdozgeriya Kayseriyê jî derbarê Figen Yuksekdag de bi hinceta ‘îftira avêtiye ser wezîfedarê dewletê’ lêpirsîn hat vekirin û li gorî talimata şandî de Yuksek ji bo îfadedayînê gazî Serdozgeriya Enqereyê hat kirin.
Gotibû ku ew dê neçe îfadayînê
Derbarê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş de 93 dosye şandine Serdozgeriya Enqereyê û ji bo wî 2 car muebet û 486 sal jî cezayê hepiskirinê tê xwestin.
Beriya niha Parlementerên HDPê yên Agiriyê Dîrayet Taşdemir û Bedran Ozturk, parlementerên HDPê yên Mûşê Ahmet Yildirim û Burcu Çelik jî ji bo îfadedayînê hatibûn gazîkirin.
(NV/YO)
(NV/YO)