Ji bo nûçeya Tirkî
Piştî 7 mehan Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin hevdîtin pêk anîn.
Ajansa Anadoluyê ragihand ku li gorî agahiyên ji rayedarên serokwezîrtiyê hatine hilanîn, hevdîtina di telefonê de nêzî 45 daqîqe kişandiye û baş derbas bûye.
Derbarê mijarê de serokwezîrtiyê jî daxuyaniya xwe de got ku her du lîder jî di warê têkîlîdanîn û pêkanîna hevdîtina rûbirû de li hev kirine.
Di wê daxuyaniyê de hat ragihandindin ku di wê hevdîtinê de girîngiya têkîliyên navbera Tirkiye-Rûsyayê hatiye ziman.
Daxuyaniya Kremlînê
Li gorî nûçeya Sputnik Kurdistanê Erdogan û Putin destnîşan kirine ku teror ji bo her kesê tehdîteke mezin e û divê li dijî wê yeke hevkariya navneteweyî pêk were.
Herwiha Putin talimat daye û hukimeta xwe jî peywîrdar kiriye ku warê aboriyê jî tê de di her mijarê de hevkariya her dua liyan ji nû ve dest pê bike. Hat ragihandin ku Putin û Erdogan derbarê rakirina astengiyên ji bo tûrîstan jî li hev kirine.
(NV/YO)