Ji bo nûçeya Tirkî
Êrişên ku duh êvarê saet 22:00an de li Balafiregeha Ataturkê pêk hatin û di encamê de 36 kesan canên xwe ji dest dabûn ji hela CHP, HDP û MHPê ve hatin şermezarkirin.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli li ser hesabên xwe yê twitterê de Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demitaş û Figen Yuksekdag jî bi daxuyaniyeke nivîskî wan êrişana şermezar kirin.
Kiliçdaroglu: Ez bo Tirkiyeyê sebir dixwazim ku heta ev pêvajoya xemgîn bi dawî bibe
Kemal Kiliçdaroglu wiha got: ‘Xwedê rehma xwe li wan kesên ku di encama êrişên hovane yên li Balafirgeha Ataturkê de canên xwe ji dest dane bike. Teror sûceke dijmirovahiyê ye. Nelet were li wan kesên ku ji xwîna dirije feyde hildide. Ez bo Tirkiyeyê sebir dixwazim ku heta ev pêvajoya xemgîn bi dawî bibe.
Yuksekdag û Demirtaş: Em wan êrişên li dijî sivîlan bi tundî şermezar dikin
Di daxuyaniya Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag wiha hat gotin:
‘Xwedê rehma xwe li wan kesên ku canên xwe ji dest dane bike û ji birîndaran re jî şifa bişîne. Em wê xwemgîniyê bi civakî di nav xwe de hîs dikin. Ew wan êrişên terorî ku welatiyên sivîl ji xwe re dikin hedef dijmirovahî ye, û em wan êrişan bi tundî şermezar dikin.
‘Di van êrişên pêkhatî de berpirsyariya hukimetên ku piştgiriyê didin wan rêzistinên terorî mezin e. Berpirsyariya van êrişan ew zihniyet e ku politikaya xwe ya derve bi ser destekdayîna çeteyên hovane ava kiriye û ku hêjî dibêje ‘El Nusra çawa dibe rêxistineke terorî’.
‘Fatureya polîtîkayên xelet û têkîliyên ku bi çeteyên hov re hatine danîn, mixabin îro li welatiyên me tên birin. Di encamên sewqîyetên çekan, destekên lojîstîk de Sûrî hate wêrankirin û niha jî ew yek welatiyên me bi xwe tehdit dike.’
‘Îqtîdara ku ji hela polîtîkayên xwe ve di nav fiyaskoyê de ye qet şerm nake, li meqamên xwe rûniştine û hewldanên xwe yên bo ‘rêveberiya yekmirovî’ didomînin û em vê yeke bi matmayî meze dikin.’
Bahçeli: Di meha Remazanê de ezap û zilm e ku ew kesên wehşî dîsa derketin holê
‘Qetilkaran li Balafirgeha Ataturkê duh êvarê xwîn rijandin. Mixabin bilançoya windahî û wêrankirinê gelek giran e. Wan hovan 36 welatiyên me qetilkirin. 147 welatiyên me jî birîndar in.’
‘Em gelek xemgîn in. Di meha Remazanê de beriya cejna pîroz de ezap û zilm e ku ew kesên wehşî dîsa derketin holê. Em wan kesên ku yek misqaleke mirovahî di wan de nîn e û wan êrişên pêk anîne bi tundî şermezar dikin.’
(ÇT/YO)