Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bînalî Yildirimê serokwezîr li Qesra Çankayayê li ser hevpeymaniya Tirkiye û Îsraîlê bersivên pirsên medyakaran da.
Hevdîtina herî dawiyê ya ji bo hevpeymaniyê li Romayê hatibû kirin. Misteşarê Wezareta Karên Derve, Ferîdûn Sînîrlîoglû li ser navê Tirkiyeyê digel berdevkê Netenyahuyî yê bi navê Ciechanover hev dîtibû.
Yildirimî eşkere kir û got:
‘’ [Îsraîl] dê 20 milyon dolaran wek tazmînat bide [Tirkiyeyê], dê astenga li ser Filistînê dê rake TOKI dê li gazzeyê avahiyan çêbike. Deh ton arlîkariyên mirovî dê ji bo berava Aştodê bê rêkirin. ’’
Yildirimî diyar kiriye ku xalên hevdîtinên ji bo mûtabeqetê/lihevhatinê hatinê nivîsîn dê sibeyê bê îmzekirin.
Li gor serokwezîrî roja înê keştîyek ê ji 10 tonan zêdetir alîkariyên mirovî bibe berava Aşdodê ya Îsraîlê.
Yildirimî eşkere kir ku TOKI dê li Gazzeyê nexweşxaneyekê çêbike. (NV/MB)
Wêne: Okan Ozer - Enqere/AA