Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dîwana Parlamenteran ya Komîsyona Ewropayê rapora li ser ‘’karkirina saziyên demoktîk ên li Tirkiyeyê’’ qebûl kir.
Not û şeş parlamenteran ji bo qebûlkirina raporê dengê erênî bi kar anî, 24 parlamenteran jî dengê neyînî bi kar anî deh parlamenteran biryarek neda.
Dîwanê dîyar kir, ew ê çavdêriyê li hemî rûdanan bikin û di rapora di 2017ê de, encam dê bêne eşkerekirin.
‘’Rê li ber standina agahiyan hat girtin’’
Komîsyonê dîyar kiriye 110 hezar malper hatine astengkirin û daxwaza girtina Twîtterê hatiye kirin û daye zanîn:
‘’ Ev yek bi kar anîna hêzeka ji qamê der e, rê li ber welatiyan digire ku li ser înternetê bigihin agahiyan. Bandoreka neyînî li pirrengî û azadiya medyayê dike.’’
Her dîsa hatiye eşkere kirin ku li ser çar wezîran û kurê Erdoganî îdiayên gendelîkirinê hene.
Du parlamenterên yek ji wan fransiz û yek jê ermenî pêşniyar kirin ku divê kontrola sîyasî li ser Tirkiyeyê hebe lê ev daxwaz nehat qebûlkirin. (ÇT/YY/MB)