Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dîwana birêvebir a Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) piştî rakirina parêzbendiya parlamenteran parastnameyeka hevpar belav kir.
Hevserokê HDPyê, Selahattîn Demîrtaşî gotibû: ‘’ Ev ne dadkirinek e, em ê îfadeyê nedin, em ê bersiva pirsên tên kirin nedin. Me nivîseka parastina sîyasî heye û em ê li her deran wê bixwînin. Heke dozgerî me vexwînin em ê neçin û heke bixwazin em biçin, dê me bi darê zorê yê polîsan bibin. ‘’
Beşên parastnameya HDPyê ev in:
‘’Erdoganî welat xist di rewşa pevçûnan de’’
‘’Partiya min Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), 7ê Hezîrana 2015ê, ji 6 milyonan zêde deng standin, ji benda ji sedî 10ê borî û 80 parlamenterên wê çêbûn.’’
‘’[HDPyê] bi sîyasetê û îradeya bi sindoqan ne hişt ku AKP bi serê xwe bibe desthilatdar û makeqanûneka nû çêbike.
‘’Recep Tayyîp Erdoganê ê ku dixwaze rejîma ‘’yekmêrane/yekane’’ çêbike ji bo vê yekê guh nade hiqûqê û nehişt hikûmeteka koalîsyonê çêbibe û we kir hilbijartineka nû çêbibe.
‘’ Di van deman de ji ber ku ne li gor berjewendiyên wî bûn û hejmara dengên ji bo wî zêde nedikirin, [Recep Tayyîp Erdoganî] pêvajoya çareseriyê qedand û wek vî welatî biavêje di agirî de, ew avêt di rewşa pevçûnan de.
‘’Erdoganî, piştî 7ê Hezîranê derbe kir.’’
‘’Piştî rewşa pevçûnan welatiyên me, ji bo ewlehiya xwe ketina di fikarê de, di vê rewşa tirs û matmayinê de hilbijartineka ji edalet û wekheviyê dûr hatiye kirin û AKP dîsa bi serê xwe bûye serdest.
‘’ Recep Tayyîp Erdoganî piştî encamên hilbijartina 7ê Hezîranê dîtî, ket di panîkê û welwelê de bi vê yekê jî wî parlamento û hikûmet tine hesiband, wî zêdeyîya saziyên dadkirinê kirin di destên xwe de û medya bi temamî gihand xwe û bi van tiştan jî derbe kir.
‘’ Wî dîyar kiriye ku ew Makeqanûnê nas nake, dîyar kiriye wî bi fiîlî rejîm guhertiye, bi zelalî dîyar kiriye ku ew biryarên Dadgeha Makeqanûnê nas nake, bi van kiriyaran jî ew nîşan dide wî bêyî xwe jitiştinan vede dest daniye ser dewletê.
‘’ Bertîl, dizî, qanûnîkirina pereyên ne qanûnî...’’
‘’Gelek sûcên ew pê tê tewanbarkirin yên wek bertîlxwerî, dizî kirin, qanûnîkirina pereyên ne qanûnî , şikênandina ambargoya li ser Îranê û bi vê yekê çêkirina rêya 6. a bazirganiyê û rêkirina çekan a ji bo komên terorî yên li Sûriyeyê hene
‘’[Erdoganî] lêpirsînên li ser van mijaran li ber çavan winda kirine
‘’Ji bo armancên xwe dînîtîya ew nekare bike nîne.’’
‘’Ew pê hesiyaye ku tekane rêya dewamkirina ji bo windakirina van lêpirsînan ew e ku ew bibe desthilatdarê her tiştî. Gelek eşkere ye ku di vê rêyê de dînîtîya ew nekare bike nîne.
‘’ Wî welat kiriye gola xwînê, termên miriyan dişîne çar aliyên welatî bi vê yekê kariye hestên nijadperest û şowen gurr bike, bi derewa xwe ya ‘’welat parçe dibe’’ xelkek li dora xwe kom kiriye û ji bo mexsedên xwe gav bi gav bi pêş dikeve.
‘’ Armanc hilbijartineka pêşwext e.’
‘’ Li pêşiya armanca wî yanî astenga li pêşiya armanca wî ya çêkirina rejîmeka dîktatorane ya bi navê serokatiyê, Partiya Gelan a Demokratîk e.
‘’Ji partiya me di hilbijartina 1ê Çiriya Paşiyê de, 59 parlamenter ketin di parlamentoyê de û careka dî nehêla Erdogan bi serê xwe makeqanûnê biguhere.
‘’ Ji ber wê ew hewil dide bi hilbijartineka pêşwext komeka AKPyîyan di parlamentoyê de çêbike ku bikare bigihe [hejmara piraniya parlamentoyê] 367ê.
‘’ Jiyaneka bi hev re, wekhev û adilane’’
‘’ Partiya me HDP sîyaseteka pirreng, pirbawerî û pirçand hilbijartiye ku ji hemî bawerî û nijadan endamên wê hene.
‘’Em ew kesên ku ji jiyana bi hev re û demokrasîyê bawer dikin yên tirk, kurd, ereb, ermenî, tirkmen, siryanî, êzidî, mihelmî û gelek nijadên dî, em baweriya xwe bi jiyaneka bi hev re tînin û em bawer dikin ku ev yek dê bi demokrasîyeka pirreng, demokrasîya bihêz a herêmî û bi xweseriyan pêk bê.
‘’ Gefa li jinan’’
‘’Partiya me HDP xwedaniyê li azadî û têkoşîna rizgariya jinan dike.
‘’Partiya me ew partî ye ku beşdariya wekhev a jinan parastiye, di dîroka sîyaseta parlamenterîyê ya Tirkiyeyê de, rêjeya herî bilind a jinan ya partiya me ye. Rakirina parêzbendina parlamenterên me yên jin gefek li ser jinên Tirkiyeyê ye û derbeyek li ser têkoşîna jinan e.
‘Em li dijî her tundiyê ne’
‘Em her tim li dijî her tundiyê ne. Li gorî me çareseriya her pirsgirikê diyalog e.’
‘Divê çarçoveyê de HDP ku li dijî yekperestî, yekzimanî, mezhebperestî û nijadperestiyê ye ji hêla Erdogan ve weke tehtîdeke îdeolojîk tê dîtin.’
‘Hedefa Erdogan HDP ye’
‘Ji ber van sedeman partiya me HDP, ji damezirandinê vir ve her tim bûye hedefa Erdogan.’
‘Dema dît ku ligel hemû bêedaletî, êriş û bombekirinan jî nekarî li hemberî partiya me serkeftî be, bi awayekî dijî rêziknameya meclisê û Makeqanûnê parêzbendiyên me da rakirin û hewl dide me dad bike.’
‘Ne mumkin e ku ez destûrê bidim rêznegirtina ku li dijî gelê min tê kirin’
‘Em nûnerên gel in û em hatine bijartin. Em ne şexsê xwe, gelê ku me bijartine em wan temsîl dikin.’
‘Ez niha jî weke keseke xwediyê parêzbendiyê, endameke meclisê li pêşberî we me. Ne mumkin e ku ez destûrê bidim rêznegirtina li hemberî vê nasnameya min a heyî û îradeya gelê min.’
‘Ez fîguranbûna di lîstika dadê ku Erdogan daye destpêkirin red dikim’
’Ez bi ti awayî ji hesabdayîna li hemberî dadeke adil û bêalî natirsim. Ti hesebeke tine ye ez ji binî ranebim.’
‘Li welatê me ku hiqûq bi temamî hatiye binpêkirin, ez wê dadkirina siyasî jî qebûl nakim.’
‘Li hemberî kesayeta we ti rêznegirtin an tereduteke min nîne. Lêbelê ji ber Erdoganî ku jiyana wî ya siyasî nediyare emir kiriye, ez nabim figuranê wê lîstika dadkirinê.’
‘Ez ti pirsan nabersivînim’
Ez ti pêrsên ku hûn ji min dipirsin nabersivînim, ti baweriyeke min ji we jî tine ku hûn dadkirineke adil pêk bînin.’
‘Anîna min a vir jî bêhiqûqî ye. Di qada siyasetê de muhatabê siyasetmedaran dîsa siyasetmedar bi xwe ne. Wezîfedarên dadê ne muhatabên me ne.’
‘Di vê çarçoveyê de hûn jî wekî wezîfedarên dadê, divê li gorî hiqûqa demokratîk û navneteweyî tev bigerin û nebin aliyê wê lîstikê.’
‘Em li parlamentoyê jî bin, li girtîgehê jî bin...’
‘Heta li welatê me rejîmeke demokratîk û rengîn ava bibe, heta aştî pêk were em ê berxwedana xwe ya siyasî ji dil û can bidomînin.’
‘Em ê li hemberî tîjkirina civakê jiyana hevpar û bi hev re, li dijî tundiyê berxwedana siyasî, li dijî yekperestiyê rengîniyê, li dijî nijadperestiyê demokrasiyê, li hemberî polîtîkayên mezhebperest azadiya ol û baweriyê, li dijî ferqmeyîliyê wekheviyê her tim biparêzin. Bêguman em ê hemû mafên netewî yên gelê kurd, daxwaza wekheviya welatîbûnê yên elewiyan, azadixwaziya ol û baweriyê, bi awayekî wekhev tevlibûna jiyana civakî/aborî/siyasî ya jinan, li dijî tehrîbkirina kapîtalîzmê xwedî derketina bo xwezayê, li dijî xirsa sermayedaran xwedîderketina karkeran, her tim biparêzin.’
Em li parlamantoyê jî bin, li girtîgehê jî bin bi ti awayî hûnê nikaribin parastin û berxwdana fikr û ramanên xwe asteng bikim.’
‘Ancax gelê min dikare min dad bike’
‘Em baş dizanin ku em ê ji vê faşîzma li dijî welatê me û gelê me pêk tînin, xelas bibin.’
‘Dûr an nêzik wê berxwedana me ya demokrasiyê ser bikeve. Di şexsê Erdogan de ev sîstema genî wê were guhertin.’
‘Ti daxwaz an heviyeke min ji we nîne. Ancax gelê min ku min bijartiye, dikare ji ber pêkanînên siyasî min dad bike.’
(EKN/MB/YO)