Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi daxuyaniyeke ragihand ku îdiaya ku ji îqtîdarê daxwaza hevdîtinê kirine nerast e û got: ‘Divê di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de hebûna kurdan rasterast were qebûlkirin.’
Daxuyaniya KCKê ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê de hat belavkirin bi vî rengî ye:
‘Pirsgirika kurdî ancax bi desthilatdariyeke xwedî zihniyeta demokratîk re çareser dibe. Lê ew zihniyet û qerekter di AKPê de nîn e.’
‘Li Tirkiyeyê ew zihniyeta înkarperest û dagirker ancax bi yekîtiya hêzên demokratîk dikare were hilşandin. Pirsgirêka kurdî jî ancax wê demê dikare were çareserkirin.’
Mûtabakata Dolmabahçeyê, çareseriya sîyasî
’Ne mûmkin e em bi wê desthilatê re hevdîtinan bikin ku wê Mûtabakata Dolmabahçeyê ya bi hewildanên rêber Apo li Îmraliyê hatibû amadekirin, red kiribû.’
’Rêber Apo û Tevgera Azadiyê rêya çareseriya sîyasî hilbijartiye û ji bo vê yekê çi ketibe ser milê wan kirine.’
’Desthilata AKPyê ev hevdîtin wek mitayekê bi kar aniye û pirsgirêka kurdan çareser nekiriye û bi vê yekê wê li hemberî gelên Tirkiyeyê sûc kiriye.’
Operasyon
‘Ji ber ku ti polîtîkayeke çareseriyê nîn e, him li Tirkiyeyê him jî derveyî welêt tê xwestin ku Tevgera Azadiya Kurd were tesfiyekirin. Ji bo vê jî êriş tê kirin û bajêr tên tinekirin.’
‘Êdî heta di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de hebûna kurdan rasterast neyê qebûlkirin û mafê kurdan neyê qebûlkirin, wê Tevgera Azadiya Kurd bi ti hêzeke siyasî re hevdîtin pêk neyne.’
(AS/MB/YO)