Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo ‘’ 12ê Hezîranê-Roja Rûsyayê’’ Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar ji Viladimir Pûtînî re nameyek nivîsîye û Bînalî Yildirimê serokwezîr jî ji Dmitry Medvedevî re nameyek nivîsîye.
Roja Rûsyayê ji ber îlana serdestiyê ya li 12ê Hezîrana sala 1992yê tê pîrozkirin.
Li gor Sputnik Newsê, E+rdoganî li nameya xwe nivîsîye: ‘’ Ez li ser navê gelê tirk Roja Rûsyayê ya gelê rûs pîroz dikim. Weke dî ez hêvî dikim têkiliyên Rûsyayê û Tirkiyeyê dê di demekê nêzîk de bigihe asta pêdivî.’’
Yildirimî jî ji Dmitry Medvelevî re nameyek nivîsîye.
Yildirimî li nameyê nivîsîye: ‘’ Ez hêvî dikim ku hevkarî û têkiliyên di navbera welatên me de dê ji bo berjewendiyên hevpar ên gelên me bigihin asta pêdivî. Ez bi ser navê cenabê te ji hemî gelê Rûsyayê re saxlemî û aramiyê dixwazim.’’
(EKN/MB)