Ji bo nûçeya Tirkî
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş hişyarî da ku aloziyên di navbera tirk û kurdan de pêk tê dibe ku bibe sedema şerên navbera her du netewan.
Demirtaş derbarê şerên navxweyî yê li Sûriyê de jî axivî û got: ‘Heta ku li Tirkiyeyê huzir û aştî pêk neyê, li Sûriyeyê jî aştî ava nabe.’
Li gorî nûçeya Ferît Aslan ya DHAyê, Demirtaş ji rojnameya The Irish Timesê ya Brîtanyayê re axivî û wiha got:
‘Şer ji hev du diqetîne’
‘Şerên li Sûriyê têkildarê şerên li Tirkiyeyê. Ji ber ku hukimeta tirk kurdên li Sûriyeyê û Tirkiyeyê bi yek awayî dibîne.’
‘Şerên heyî civakên tirk û kurdan ji hev du diqetîne.’
‘Hukimetên li Ewropayê bêdeng in’
‘Ez ji bo pêkhatina aştiyê di nav ssiyasetê de me. Ez bizanibim ku hevdîtina bi Erdogan re wê pirsgirêkên heyê çareser bike, ez ê pêk bînim.’
‘Yên ku li Tirkiyeyê pêk tînin re li Ewropayê bes partiyên muxalif dengê xwe bilind dikin. Ji hêla din ve hukimetên li Ewropayê ji ber krîza penaberan pêywendiyên xwe bi Erdogan re baş kirine. Ev şaşîtiyeke mezin e.’
‘500 hezar kes malên xwe terk kirin’
‘Ji ber şerên dawî, 500 welatiyên kurd neçar man û malên xwe terk kirin. Bi hezaran welatî bêcih û bêwar e.’
’10 herêmên sivîl bi temamî hatine tehrîpkirin. Gelek pêdiviya wan welatiyan bi alikariyê heye.’
(EKN/YO)