Ji bo nûçeya Tirkî
Hevserokê Partiya Keskan ya Almanyayê Cem Ozdemir piştî li meclisa Almanyayê qebûlkirina pêşnûmeya Qirkirina Ermenan ji hêla AKPê, Serokomar Erdogan, medya û alîgirên hukimetê ve tê hedefgirtin. Ozdemîrî derbarê mijarê de ji nûçegîhana Agosê Karin Karakaşliyê re axivî.
Ozdemirî ragihand ku gel derbarê Qirkirina Ermenan de xwediyê agahiyên têr û tijî nîne û armancan wan ew e ku civakên Almanya û Tirkiye bi rûbarî dîrokê bi kevin.
Cem Ozdemirî daxuyaniya xwe de wiha got:
‘Bertek, gotin û heqaretên ji welatîbûnê derxistin bigre hetanî testa xwînê li vir him mejiyan tevlihev kir him jî ji hêla siyasetmedar û raya giştî ve derbarê mijarê de bû sedema nîqaşên din.’
‘Li Almanyayê girseyên ku nûnertiya sereke ya nijadperestiyê di destê xwe de digirtin re, reqîbeke ji dûrê welêt derket holê ku ew jî dibêjin ‘Em qet ji we kêm nîn in’.
‘Em bi kêf an zextê dewleteke din ve tevnegeriyan’
‘Biryar ji hêla hemû partiyên ku di meclisê de komên wan hene ve hatiye hilanîn.’
‘Berovajiyê pêkanîn li Tirkiyeyê; parlementerên ku 2ê Hezîranê de beşdarê rûniştinê bûn û derbarê pêşnûmeyê de deng dan, bi feraseta hêzên serdest an bi nîyeteke xerab vê yek pêk neanîn.’
‘Bertekên ji raya giştî jî tên vê yekê piştrast dike.’
‘Min ji Merkelê hêviya helwesteke xurttir dikir’
‘Min hêvî dikir ku li hemberî gefxwarin û heqaretan ji Merkelê bertekeke bi hêz û helwesteke xurttir hêvî dikir.’,
‘Ji ber helwest û wêrektiya me, her aliyê civakê piştgiriyên xwe bo me radigihînin. Lê Merkelî bes bi gotinên wekê ‘nayê qebûlkirin’ ve xwest ku wê yekê biborîne. Li hemberî îradeya ku meclisê daniye holê, ev helwest ne baş e.’
‘Weke li Tirkiyeyê em ji ber diyarkirina ramanên xwe nayên girtin’
‘Gefa kuştinê, û heqaretên ku li me tên kirin ne tê de, parlementerên Almayayê ji ber diyarkirina ramanên xwe ne tên girtin, ne jî parêzbendiyên wan tên rakirin.’
‘Em wekê birayê min Hrant nayên kuştin jî. Di vê warê de kesên hêja û bi rûmet ew in ku di wan şertên dijwar de wê berxwedanê pêk tînin.’
(EKN/YO)