Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Binalî Yildirimê serokwezîr li civîna serokên bajaran yên Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) axivî.
‘’Dengdana li ser qirkirina ermenîyan a Almanyayê’’
Serokwezîrî ji bo dengdana li ser qirkirina ermenîyan a Almanyayê got:
‘’ Pêvajoyeka zehmet li pêşiya me ye. Ji xwe ve, em berpirsên bûyerên li sala 1915ê ne.’’
‘’Carinan hinek welatên em dibêjin qey dost in, ji bêçaretî hinek fikran dibînin ku balê bikişînin cihên dî. Ev jî yek ji wan rewşan e.’’
‘’Min ji Merkelê re got, Almanya dosta me ye. Em naxwazin bibe sebeba van karên ji aqilan dûr. wê got tiştên jê tê dê bike.’’
‘’Kêşeyeka Kurdan nîne’’
‘’ Van kêşeyeka wek kêşeya kurdan nîne. Em ê gelê xwe ji vê belayê xelas bikin. Em ê vê rêxistinê ji nav gel û dewletê derbêxin. ‘’
Yildirimî dîyar kiriye ku ji bo sekinandina operasyonên leşkerî divê PKK çekan dane û ‘’çekan binax bike’’ û ji ‘’welatî’’ derbikeve.
‘’Makeqanûn dê bê guhertin’’
Em ê miheqeq teklîfa guhertina makeqanûnê bibin parlemanê. Parleman dê erkên xwe yên dîrokî bi cih bîne. Heke çênebe jî tiştên bê kirin dîyar e. Em ê ji gelî bipirsin.’’
(AS/MB)
*Wêne: Utku Uçrak, Enqere / AA