Serokwezîr Binalî Yildirim beriya ku biçe Qibrîsê li Balafirgeha Enqereyê derbarê rûniştina ji bo Pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan ku dê li meclisa Almanyayê dê pêk were de axivî.
Yildirim Qirkirina Ermeniyan weke ‘bûyerên ji rêzê’ bi nav kir, rûştina ji bo pêşnûmeyê re jî got ‘kareke tewş’ û ragihand ku ev yek dê pêywendiyên navbera Tirkiye-Almanyayê jî xera bike.
Yildirimî derbarê mijarê de wiha got:
‘Dibe ku di nav her civakê de bûyerên wiha pêk were’
‘Di rastiya xwe de ev dengdaneke gelek tewş e. Ew bûyerana di nav şertên Yekemîn Şerê Cîhanê de pêk hatine. Dibe ku di nav her civakê de bûyerên wiha pêk were.’
‘Bila dîroka her dewlet-neteweyê bête lêkolînkirin. Sûcê kîjan aliyê hebe bila derkeve holê. Lêbelê ev kar bila ji hêla dîroknasan ve bê kirin. Tişteke xelet e ku ev yek bibe mijara siyasete.’
‘Ev yek dê pêywendiyan xera bikin’
‘Bêguman ji ber vê yekê dê bi Almayayê re pêywendiyên me xera bibin. Em vê yeke naxwazin.’
‘Serokomarê me ji bo vê yekê telefonî Merkelê kir. Ji ber ku ez serokwezîr im, rêzdar Merkel jî telefonî min kir. Min jî hesasiyetên me ji wê re ragihand.’
‘Ez temenî dikim ku ew bi aqlê selîm bifikirin û guh bidin dengê 3,5 milyon welatiyên Tirkiyeyê yên li Almanyayê dijîn.’
‘Eger were qebûlkirin ti jî nabe’
‘Eger pêşnûme were qebûlkirin dê çibe? Ti jî nabe. Berîya nîha li hin welatên din jî hatîbû qebûlkîrîn. Tî hukma vê yekê jî bo me nîne, lê dîsa jî em naxwazin ku were qebûlkirin.’
‘Pêywendiyên me bi Almanyayê re gelek baş in. Almanya ne dewleteke wisa ye ku gefan li Tirkiyeyê bixwe û şantajê bike. Eger biryara qebûlkirinê were dayîn jî em peymanên danî xera nakin. Dewleta me ne dewleta qebîleyan e.’
(EKN/YO)