Serokê Komîsyona NEyê Jean-Claude Juncker derbarê îhtimala ji hêla Erdogan ve betalkirina peymana ser penaberan de got ku divê Erdogan baş bifikire.
Junckerê got: ‘Erdogan eger peymanê betal bike wê neçar bimîne ku ji ciwanên tirk, karker û rojnamegeran re di nav sînor de asêmayînê îzah bike.’
Serokomar Erdogan di 24ê Gulanê de li Civîna Mirovahiyê ya NYê de gotibû ku Ewropa nikare bi krîteran zorê li Tirkiyeyê bike û eger serbestiya vîzeyê pêk neyê dê peymana li ser penaberan li meclisa tirkan jî neyê qebûlkirin.
Peymana ser penaberan
Li gorî peymana ser penaberan ku navbera YE-Tirkiyeyê de hatiye danîn, penaberên ku ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bûne wê radestî Tirkiyeyê werin kirin. Herwiha beranberiyê vê de qasê hejmara penaberên ji Yewnanîstanê bişînin Tirkiyeyê, dê welatiyên sûrî yên li Tirkiyeyê qebûl bike.
Nîqaşên derbarê serbestiya vizeye
Ligel wî peymanê, Parlamentoya Ewropayê daxuyand ku eger Tirkiye 72 krîterên diyarkirî bîne cih, dê ji bo welatiyên Tirkiyeyê serbestiya vîzeyan têxin rojeva xwe.
Lêbelê Tirkiyeyê daxuyand ku dê di Qanûna Terorê ku yek ji wan krîteran e de, wê guhertin neke.
Yekîtiya Ewropayê jî bêyî pêkanîna krîteran hevdîtinên ji bo serbestiya vîzeyê red kir.
(YY/YO)