Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (NY) daxuyaniyek da û got: ‘Ji bo serbestiya vîzeyê şertê sereke Peymana Penaberan e.' Komîsyonê di wê daxuyaniya xwe de ragihand ku eger Tirkiye şertên pêwist bîn cih, dê serbestiya vîzeyê pêk were.
Gotinên Erdogan
Serokomar Erdogan di axavtina xwe ya Civîna Mirovahiyê ya NYê de gotibû ku êdî tu kes nikare bi krîteran zorê li Tirkiyeyê bike. Eger ji serbestiya vizeyê de lihevkirinek pêk neyê, Peymana Penaberan jî dê li meclisê neyê erêkirin.
Merkel: Em ji bo peymanê li ser soza xwe ne
Piştî Erdogan, Seroka Almanyayê Angola Merkel jî axîvî û ragihand ku tu fikara wê ji peymanê nîne. Merkelê amaje kir ku YE di vê warê helwesta xwe naguherîne û got: ‘Ji bo zelalbûna hin mijaran divê hinek wext derbas be. Lêbelê çi bibe jî em dê ji bo peymanê li ser soza bin.’
Helwesta YEyê
Dihat plankirin ku ji bo Tirkiyeyê serbastiya vîzeyê wê ji 1ê Tîrmehê şûn de dest pê bike. Beriya gotinên Erdogan, NYê derbarê wê mijarê de diyar kiribû ku pêkanîna serbestiya vîzeyê di wê dîroka plankirî de ne mimkun e. NYê ji bo pêkanîna wê mafê ragihandibû ku divê Tirkiye şertên diyarkirî bi cih bîne.
Komîsyona YEyê di rapora xwe ya 4ê Gulanê de destnîşan kiribê ku Tirkiye ji 72 şertên diyarkirî, 5 heban bi cih neaniye û ew 5 şert jî ji bo pêkhatina serbestiyê mijarên sereke di nav xwe de dihewîne.
Piştî wê yekê Tirkiyeyê jî derbarê wan 5 şertan de ku di nav de Qanûna Terorê jî heye ragihand ku dê tu guhertinek pêk neyê.
(YY/YO)