Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Partiya Keskan piştgiriya Aleksender van der Bellenî dikir.
Encamên hilbihartinê, wezîrê karên navxweyî Wolfgang Sobotkayî eşkere kir.
Ji sedî 50,3yê dengan serokê berê yê Partiya Keskan, van der Bellenî standiye. Bellen profesorekê ekonomiyê ye. Nortber Hoferê ku Partiya Azadîxwaz a Awistiralyayê piştgiriya wî dike jî ji sedî 49,7ê dengan standiye.
Hofer berbijarê ratgirên rijd bû, heke ew bi ser biketiya dê bibûya cara pêşiyê ku rastgirekê rijd dê bibûya serokkomarê welatekê Ewropayê.
Bi temamî 6 milyon û 400 hilbijêr hene, ji sedî 14ê hilbijêran dengên xwe bi nameyan dane ji ber wê encam dê li roja duşemê zelal bibe.
Dengdana pêşiyê
Li dengdana pêşiyê: Hoferî ji sedî 35 û Bellenî ji sedî 21,3ê dengan standibûn.
Li hilbijartina Ewropayê ya îsal ji hemî caran cidatir bû ku partiyên çepgir û rastgirên sereke bi ser neketin.
Dê şeş salan bibe serokkomar
Bellen dê li 8ê Tîrmehê li şûna Heinz Fischerî bibe serokkomar û dê şeş salan bibe xwedanê postê serokkomariyê.
Serokkomariya Awistiralyayê wek postekê temsîlî ye lê dîsa jî serokkomar dikare erka serokwezîrîyê bide û li hinek rewşan parlamentoyê fesh bike. (YY/MB)