Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îbrahîm Gokçek 268 roje û Helîn Bolek jî 265 roje di rojîya mirinê da ye. Polîsan destê sibehê bi ser mala wan a li Kuçuk Armûtlûya Stenbolê girtine, bi darê zorê ji malê derxistine û bi ambulansan rakirine Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Umraniyeyê.
Parêzer Dîdem Unsalê ji bîanettê ra got, her du endamên Grûp Yorûmê bi ambûlansê ji bo nexweşxaneyê hatine birin û di beşa nexweşiyên giran da qeyda wan hatiye çêkirin. Her du endaman dermankirina li vir qebûl nekirine.
Di serdegirtina polîsan da yek jê refeqatçî 3 kes hatine desteserkirin.
Polîsan her weha bi ser Cemxaneya Armûtlûyê de jî girtine û li vir jî lêgerîn kirine.
Çi bû bû ?
Grûp Yorûm di Navenda Çandê ya Îdîlê ya Stenbolê da xebatên xwe bi rê ve dibe. Ev navend di 2 salê dawîn da ji 10 caran bêtir rastî serdegirtina polîsan hatiye. Di dema serdegirtina da gelek kel û pel û enstrûmanên grûbê hatine şikandin û wendakirin. Herweha defterên notayên muzîkê û qeydên stranan zerar dîtine.
Li gor daxuyaniya Grûp Yorûmê di serdegirtinan da heta niha 30 kes hatine girtin û hê jî endamên Grûpê yên girtî hene.
Daxwazên endamên grûpê yên ku di rojîya mirinê da ne weha ne:
Navenda Çandê ya Îdîlê ya ku Grûp Yorûm kare xwe tê de bi rêve dibe û herdem di bin zextan da ye divê dawî li zext û serdegirtinên polîsan yên li ser navêndê bê.
* Divê endamên Grûp Yorûmê ji lîsteya ku wezaret lê digere bên derxistin
* Divê qedexeya li ser konserên grûpê bên rakirin. Nêzîkî 3 sale hema bigre hemû konserên Grûpê qedexekirî ye.
* Divê dozên ku li ser endamên grûpê hatiye vekirin bên xistin.
* Divê endamên grûpê yên girtîne serbest bên berdan. (AS/AY/FD)