Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Balafira ku ji Tehranê dihate Stenbolê bi gumana ku nexweşên vîrusa koronaya nû (covid-19) tê de hene, daketiye Balafirxaneya Esenbogayê. Guman heye ku 17 rêwî nexweş bin.
Rêwî û xebatkarên balafira THYyê ji bo karantînayê birine Nexweşxaneya Dr. Zekai Tahir Burakî.
THYye yê îro daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku ji ber vîrusa korona nû wan ji bilî Tehranê hemû geştên Îranê heta 10ê Adarê dane sekinandin.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca yî gotiye "Welatiyên Tirkiyeyê yên xwestin ji Îranê vegerin bi seferekê hatin welêt û wê 14 rojan di bin çavdêriyê da bimînin."
Kocayî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kiriye ku ji bona welatiyên Tirkiyeyê yên xwestin ji Îranê vegerin sefereke balafirê ya taybet amadekirin û wiha gotiye: "Welatiyên Tirkiyeyê yên xwestin ji Îranê vegerin bi seferekê hatin welêt û wê 14 rojan di bin çavdêriyê da bimînin."
Li Îranê 16 kes ji ber vîrusa koronaya nû mirine
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin gihîşt 16an.
Li gor nûçeya malpera Aftabnewsê li eyaleta Merkezî 2 kes ji ber Kovîd-19yê mirin.
Dekanê Fakulteya Tipê ya Eyaleta Merkezî Ebas Nîkruç daxuyand li bajarê Saveyê du jinên 82 û 87 salî yên nexweşiya dil û gurçikê bi wan ra hebû ji ber vê şewbê mirin.
Ajansa Nûçeyan a Xwendekaran a Îranê (ISNA) gotiye Alîkarê Dekanê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Elborzê Seyîd Huseyîn Înanlu got li eyaleta Elborzê ji 3 kesên nexweşiya vîrusa koronayê bi wan ra heye, jê kesek mir.
Înanlu got gel heta mecbur nemîne bila ji malê dernekeve.
Di vê navberê de Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Îreç Herîrçî ragihandiye ku di wî da jî vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) peyda bûye.
Li Kerkûkê 4 kes tûşî vîrûsê bûne
Wezareta Tendirustiya Iraqê bi fermî r agihand, ku 4 kes li Kerkûkê bi vîrûsa Koronayê ketine. Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Iraqê, ew her 4 kes ji malbatekê ne û ji Îranê vegeriyane. Wezaretê diyar kiriye, ku her 4 kes niha di bin çavdêriya pizîşkî de ne û hemû rêkarên pêwîst ên tendirustiyê li gor rênimayîyên tendirustiyê yên cîhanî hatine pêkanîn.
Bi wan 4 kesan hejmara kesên ku heta niha bi fermî li Iraqê tûşî vîrûsa Koronayê bûne, gihîşte 5 kesan.
Pêştir li bajarê Necefê li başûrê Iraqê jî kesek bi vîrûsa Koronayê ketibû. Fermangeha Tendirustiya Necefê duh Duşemê 24ê Sibatê diyar kiribû, ku yekem haleta tûşbûna bi vîrûsa Koronayê li wê parêzgehê hatiye tomarkirin û gotibû, kesê tûşbû hemwelatiyê Îranê ye.
Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê li Îranê, welatên cîran ji belavûna vîrûsê li navçeyê nîgeran in û ji ber wê jî tevahiya cîranên Îranê sînorên xwe yên bi wî welatî re girtine û hemû geştên esmanî yên di navbera balafirxaneyên xwe û Îranê de dane rawestandin. (FD)
* Çavkanî: AA, Rûdaw