Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mehmet Selîm Bugrahan 45 roj berê hatiye girtin û ew xistine Girtîgeha Tîpa Lyê ya Turkoglûya Mereşê. Bugrahan li girtîgehê nexweş ketiye û wî rakirine Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Sutçu Îmamî. Lê Mehmet Selîm Bugrahan li nexweşxaneyê miriye.
Bûgrahan li Mereşê dijiya û bi tohmeta ku “alîkarî bi rêxistinê re kiriye” 7 mehan di girtîgehê de maye. Piştî wê hatiye tehliyekirin lê di encama dadgehkirinê de 4 sal û 2 meh cezayê girtinê lê hatiye.
Piştî ku cezayê wî hatiye pesendkirin polîsan girtiye ser mala wî û beriya niha bi 45 rojan ew hatiye girtin.
Di nasnameyê de temenê Mehmet Selîm Bûgrahanî 79 e lê li gorî gotina xizmên wî ew di rastiyê de 87 salî ye. Bûgrahan duh li girtîgehê nexweş ketiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hevalên wî yên qawîşê gardiyan agahdar kirine. Ew rakirine Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Sutçu İmamê û ew li vir derman kirine. Lê duh serê sibê miriye.
Di heman nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Bûgrahan bi eslê xwe ji gundê Çirisê yê Çewligê ye û 5 zarokên wî hene. Kurewî wî çûye nav refên PKKyê, du kurên wî hatine desteserkirin û rastî işkenceyê hatine. Paşê jî çûne Ewropayê. Zorekeke/î wî kêmendam e û yek jî li Girtîgeha Tîpa Myê ya Çewligê girtî ye. Hevjîna wî nexweş e û li erdê ye.
Li girtîgehan di 6 salan de 280 kes mirine ku mirina wan bi guman e
Li gorî daneyên Wezareta Dadê di navbera sala 2002 û 2012ê de li girtîgehan 1734 girtî mirine.
Dîsa li gorî daneyên Wezaretê di navbera sala 2011 û 2017ê de 280 girtî bi îdiaya ku xwe kuştine mirine. Mirina van girtiyan bi guman e.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê ji serê sala 2017ê heta Tebaxa 2019ê 39 jê girtiyên nexweş, li girtîgehan 73 kes mirine. (AS/FD)