Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamentera HDPyê ya Mersînê Fatma Kûrtûlan, derbarê rewşa Sîsê Bîngola ku di girtîgeha Tarsûsê girti ye de pêşniyazname pêşkêş kiriye.
Di pêşniyaznamê de encama rapora Desteya Îhtîsasê ya 3em a Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê derbarê Bîngol de hatiye parvekirin.
Di raporê de hatiye gotin, “hewildaye ku xwe bi qestî xirap bide nîşandan”… lê belê Navenda Ceribandin û Lêkolîna Tendûristiyê ya Zanîngeha Mersînê gotibû; mayîna Bîngolê li girtîgehê xeteriyê li ser jiyana wê çêdike.
Du raporên tendûristiyê yên bi nakok
Parêzerên Sîsê Bîngol a ku li Girtîgeha cureya T'yê ya Tarsûsê girtiye, ji bo Bîngol were berdan serî li dadgehê dabûn.
Çi bûbû ?
Sîsê Bîngola ku 85 saliye di 2016an de li Gimgima Mûşê hatibû girtin. Piştî 2 meh û nîvan li danişîna xwe ya 1em de hatiye berdan.
Piştre Dadgeha Îstinafê ya Herêmî ya Erzîromê 4 sal û 2 meh cezaya Bîngolê pesend kiriye. Di Nîsana 2017an de Bîngol carekîn din hatiye girtin û berê ew ji bo Girtîgeha Cureya Eyê ya Mûşê hatiye şandin û piştre dişînin Girtîgeha Cureya T'yê ya Tarsûsê.
Nexweşiyên wekû dil, şekir, tansiyon, pişa spî û malzarok bi Sîsê Bîngolê re hene. Dibê bi berdewamî Bîngol di bin kontrola pizîşkan de be. herweha derbarê Bîngolê de Nexwaşxaneya Dewletê ya Tarsûsê raporekê daye û di raporê de gotiye, ji bo mayinê Bîngolê di girtîgehê de tu pirsgirêk nîne û xeteriyê li ser jiyana wê çênake.
Ji bo serbest berdana Bîngolê Kampanyeya îmzayê hatiye destpêkirin(AS/AY/MB)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye