Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Girtiya trans a jin Bûseyê di 38emîn roja greva xwe ya birçîbûnê de biryar girtiye ku navberê bide çalakiyê. Bûse li Girtîgeha Mêran a Tîpa F a Tekîrdagê tê girtin.
Bûse niha 40 salî ye û 20 sale di girtîgehê de ye. Digel biryara dadgehê û rapora doktoran, destûra operasyona guhertina zayendê nadin Bûseyê û wê jî ji ber vê rewşê dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Mafparêzan ji bo piştgiriya bi Bûseyê re çend roj berê kampanyaya e-nameyan dabûn destpêkirin. Nameyên ku li ser platformên dijîtal hatibûn nivîsandin ji Bûseyê re hatibûn rêkirin.
13ê Tîrmehê li ser medyaya civakî hatiye belavkirin ku Bûseyê navber daye grêva birçîbûnê.
Parêzer Eren Keskînê ji bianetê re got, Bûseyê di encama ew piştgirî û pêşniyarin ku ji derve jê re hatine kirin de biryar daye navberekê bide grevê û wiha axivî:
“Ji ber ku di vê mijarê de hesasiyeteke raya giştî çêbûyê Bûseyê navber daye greva xwe ya birçîbûnê. Heke ku wê neşînin girtîgeheke li Stenbolê û heke ku Wezareta Dadê heman helwestê nîşan bide wê dîsa dest pê bike.
“Biderengxistina operasyona Bûseyê ya ji hêla Wezareta dadê ji ber nêzîkatiya transfobîk, homofobîk û bi desthilatdariya mêran a dadê ye.
“Ji wê kesa ku hîna 17 sal ji derketina wê ya girtîgehê hebe mirov bibêje “leza operasyonê nîne” ev tê wateya tunehesibandina wê kesê. Em bang li Wezaretê dikin ku demokratîktir tevbigere.” (ÇT/FD)