Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Li çoltera Gundê Çobanpinarê yê Geverê duh (6ê Îlonê) êrîş li hemberî karkeran bû ku li hêlên veguhestina enerjiyê dixebitîn. Di encama êrîşê de 2 karker mirin, 3 jî birîndar bûn.
Walîtiya Colemêrgê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku êrîş ji hêla PKKyê ve li hemberî wesayita karkerên Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Vangoluyê (VEDAŞ) çêbûye. Di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin ku karker li Bingeha Dolavere Tepe ya girêdayî Qereqola Sinor a Piyade ya Çobanpinarê kar dikirin.
Karkerên birîndar bi rêya helîkopterê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û li herêmê operasyoneke berfireh daye destpêkirin. (EKN/FD)