Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya li Dijî îşkenceyê ya Konseya Ewropayê(CPT) rapora 2016ê eşkere kir. Rapor ji 66 rûpelan pêk tê. Herî zêde di heqê Tirkiyeyê de rapor hatine nivîsîn.
Raporên di heqê Tirkiyeyê de
Li gor raporê, CPTyê 28 caran heyet şandine Tirkiyeyê. Wan şandeyan 23 caran di heqê bûyerên li Tirkiyeyê bûyîn rapor nivîsîne.
“Girtîgeh ji zêdeyî ve tejî ne”
Endamên heyetên CPTyê eşkere kirine ku li gor çavdêriyên wan, şertên piraniya girtiyan xerab in.
“Li gelek welatan girtîgeh ji zêdeyî ve tejî ne lê ew welat li ser neguhertina vê rewşê israr dike.”
Heyet li Îmrali, Enqere û Stenbolê çûbûn girtîgehan. Wan şertên girtîgeha Îmraliyê ku rêberê PKKyê tê de ye jî kontrol kiribû.
CPTyê raporên navborî di Çiriya Paşiyê ya 2016ê de ji bo Tirkiyeyê şandibû lê ji bo civakê nehatibû eşkerekirin.(AS/MB)
*Hemîya rapora CPTyê bi Zimanê Ingilîzî li vê derê ye.