Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Girtîyên ji ber endambûna PKK û PAJKê di girtîgehan de ne, 64 roj in ku di Greva Birçîbûnê de bûn. Piştî banga KCKyê girtiyan dest ji grevê berda.
, 64 roj in ku di Greva Birçîbûnê de bûn. Piştî banga KCKyê girtiyan dest ji grevê berda.
Duhî Dîwana Birêvebiriyê ya Kongreya Civakên Kurdistanê(KCK) da girtî dest ji Gireva Birçîbûnê bikin bangî wan kiribû.
Bi banga KCKyê, girtiyan dest jê berda
Li gor nûçeya dihaberê li ser navê girtiyên di girtîhgehan de, Deniz Kayayî daxuyanîyek daye û gotiye:
“Em bi banga Serokatiya KCKyê dest ji Greva Birçîbûnê diberdin ku me li hemî girtîgehan bê demêbidawîkirinê û hevguhertinê dest bi Greva Birçîbûnê kiribû.”
Daxwazên girtiyan çi bûn?
Li 17 girtîgehan 148 girtîyên ji ber endambûna PKK û PAJKê di girtîgehan de ne, 64 roj in ku di Greva Birçîbûnê de bûn. Daxwazên wan ev bûn.
“Rakirina şertê tecrîdê yê li ser rêberê PKKyê.
“Sekinandina xerakirin û şewitandina bajarên kurdan.
“Sekinandina binpêkirina mafê jiyanê yê girtiyan.”(AS/MB)