Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên ji hêla girtiyên ji doza PKKê û PJAKê di 15ê Sibatê de li Girtîgeha Şakranê dabûn destpêkirin û paşê li gelek girtîgehan belav bibû, malbatên girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî beşdarî greva birçîbûnê ya malbat pêşekiya wan dikin kirin.
Daxwazên kesên di greva birçîbûnê de ne
Greva birçîbûnê ya di 15ê Sibatê de li Girtîgeha Şakranê ya ji hêla girtiyên ji doza PKKê û PJAKê hatibû destêpkirin, bi beşdariya gelek girtîgehên li Tirkiyê bi awayê bêdem an jî bidem berdewam dike.
Kesên di greva birçîbûnê de ne daxwazên xwe wiha tînin ziman:
“Bila şert û mercên tecrîda giran ên li ser Serokê PKKê Abdullah Ocalan bên rakirin.”
“Bila qedexe û wêrankirina li bajarên Kurdan bidawî bibin.”
Bila helwestên xirab ên di girtîgehan de li hemberî girtiyan bidawî bibin.”
Li kîjan girtîgehê çend roj in greva birçîbûnê berdewam dike?
Li gorî rapora Komisyona Girtîgehan a HDPê li 17 girtîgehan 148 girtî di greva birçîbûnê de ne:
* Li Girtîgeha Şakranê 5 girtî di 49emîn roja greva birçîbûnê de ne. Dîsa li Tîpa T4 a heman girtîgehê 7 girtî di 21emîn, 8 girtî di 42yemîn, di tîpa T2 û T3ê de bi giştî 13 girtî di 56emîn, li tîpa T2 ya Şakranê koma duyemîn a ji 12 kesan pêk tê di 6emîn rojên grevê de ne.
* Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 7 jin di 48emîn roja grevê de ne. 9 jin jî di 9emîn roja grevê de ne.
* Li Girtîgeha Tekirdagê 10 girtî di 30emîn roja greva birçîbûnê de ne.
* Li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê 5 jin 28 roj in di grevê de ne.
* Li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê 10 girtî 16 roj in di grevê de ne.
* Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê 5 girtî 13 roj in di grevê de ne.
* Li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 11 girtî 11 roj in di grevê de ne.
* Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê 4 girtî 8 roj in di grevê de ne.
* Li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê 4 girtî 7 roj in di grevê de ne.
* Li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê 7 girtî di 7 roj in di grevê de ne.
* Li Girtîgeha Hejmara 5 a Silivriyê 10 girtî 7 roj in di grevê de ne.
* Li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê 3 girtî 6 roj in di grevê de ne.
* Li Girtîgeha Tîpa F2 a Kiriklarê 12 girtî 6 roj in di grevê de ne. (TP/AS/FD)
Fotograf: Komisyona Girtîgehan a HDPê