Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistinên parastina mafan ji Wezareta Dadê xwest ku bila ew bi girtiyan re bikeve di dîyalogê de û bila kontrola saxlemya wan bi awayek sîstematîk bike.
Rêxistinên parastina mafan daxwazên girtiyan dîsa dubare kir.
*Bila şertên girtîgehan bibin şertên insanî.
*Bila zordariya sîyasî û leşkerî ji ser gel rabe. Bila welatî ji ber fikrên xwe û xebatên xwe yên siyasî neyên girtin.
*Bila tecrîda li ser rêberê PKKyê, Abdullah Ocalanî rabe.
Hejmara girtiyên di greva birçîbûnê de ev in:
Destûra ji bo desteyeka bêalî
Daxwazên Rêxistinên Mafparêz ev in:
*Bila rewşa saxlemiya girtiyan bi awayekê sîstematîk bê kontrolkirin. Bila destûr bê dayin ku desteyeka ji Yekîtîya Bijîşkên Tirk(TTB) li rewşa nexweşan binêre.
*Bila Wezareta Dadê ji bo daxwazên girtiyan pêk bîne bi girtiyan re bikeve di dîyalogê de.
*Tecrîda li ser abdullah Ocalanî ne li gor rêzikan e. Divê demildest tecrîda li ser wî bê rakirin. Divê destûr bê dayin ku ew digel parêzer û malbata xwe hev bibînin.
“Girtî jî heman tiştan dixwazin”
76 girtîyên ku 17 ji wan jin in ketine di greva birçîbûnê de. Girtî li şeş girtîgehan dimînin û daxwazên wan heman tişt in ku rêxistinên parastina mafan jî dixwaze.(AS/MB)