Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Komisyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) derbarê greva birçîbûnên ku girtiyên ji doza PKKê û PJAKê dane destpêkirin de li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Di civînê de nameya girtiya jin a ji Girtigeha Gebzeyê hatiye şandin ku tê de behsa rewşa neyênî ya girtiyên jin tê kirin. Di civîna çapemeniyê de li ser navê komeleyê Mine Nazari axivî û got ku grevên birçîbûnê bi awayeî bê dem û bê dor û bi dem û bi dor berdewam dike.
Bi giştî 64 girtî di grevê de ne
Li gorî daneyên ku İHDê belav kirine heta 28ê Adarê hejmara girtiyên di greva birçîbûnê de ne û rojên ku di grevê de ne wiha ye:
* Girtîgeha Şakranê 5 jê jin 33 girtî, roja 42yemîn,
* Girtîgeha Edirneyê 16 girtî roja 32yemîn,
*Girtîgeha Tîpa H ya Vanê 8 girtî, roja 21emîn
* Girtîgeha Sincanê ya Jinê 7 girtiyên jin, roja 34ê.
Herwiha di her girtîgehê de di navbera 15ê Adarê û 15ê Nîsanê de her 5 girtî ji bo 5 roj an wê bi dor bikevin greva birçîbûnê.
Daxwazên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne wiha ne
Nazarî daxwazên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne wiha anî zamin:
“Bila tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.”
“Bila wêrankirin û qedexekirina li bajarên kurdan bidawî bibe.”
“Di girtîgehan de helwesta xirab a li ser girtiyiyan bila bê guhertin.”
(TP/AS/FD)