Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê biryar girtibû ku bihayê xizmeta taksiyan zêde bike. Ev biryar ji îro û pê de wê pêk bê.
Taksîmetreyên taksiyan berê bi 4 lîreyan dest pê dikir lê êdî wê ji 5 lîreyan dest pê bike. Her weha mesafeya herî kurt ji 10 lîreyan derketiye 13 lîreyan.
Beriya niha serê kîlometreyê 2.5 lîre lê dihate zêdekirin lê piştî vê biryarê wê êdî 3 lîre û 10 quriş zêde bibe.
Beriya niha bi du salan bihayê taksîmetreyan ji sedî 25 zêde bûbû.
Bihayê parkên wesayitan jî zêde bûye
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê her weha aşkere kiriye ku bihayê parka wesayitan a Şîrketa Otoparkan a Stenbolê (İSPARK) û kirêkirina pisqilêtan, Sîstema Kirêkirina Pisqilêtan a Biaqil (ISBİKE) jî hatiye zêdekirin.
Li gorî vê biryarê bihayê saeteke kirêkirina pisqilêtan ji 2.5 lîreyan derketiye 3.5 lîreyan. Bihayê abonetiyê jî ji 59 lîreyan derketiye 99 lîreyan.
Bihayê ketina daristanên Belgradê ji 35 lîreyan derketiye 52.5 lîreyan. (AS/FD)