Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doza esasî ya rojnameya Ozgur Gundemê ya ku di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) de hatiye girtin li 23yem Dadgeha Cezayê Giran (DCG) a Stenbolê, ya li Çaglayana Stenbolê berdewam kiriye. Di dozê de neh kes tên dadgehkirin. Danişîna îro ya 15em bû.
Bixwîne - Doza rojnameya Ozgur Gundemê
Dozgerî nêrîna xwe derbarê esasê dosyayê de aşkere kiriye û bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” xwestiye berpirsa giştî ya weşanê ya wê demê Eren Keskîn, berpirsê karûbarên nivîsan ê wê demê Înan Kizilkaya û xwediyê rojnameyê Kemal Sancili bi cezayê girtîgehê werin cezakirin.
Dîsa dozgerî bi tohmeta ku “bi rêya çapemeniyê bi awayekî rêkûpêk propagandaya rêxistinê kiriye” xwestiye hevperpirsê giştî yê weşanê yê demê Zana (Bilir) Kaya bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
Dozgerî bi heman tohmetê xwestiye cezayê girtîgehê li nivîskar Asli Erdoganê jî were birîn û xwestiye Necmiye Alpay û Bilge Aykut ji hemû tohmetan beraet bikin.
Dozgerî daxwaz kiriye ku dosyayên Fîlîz Koçalî û Ragip Zarakolû ji yên din werin cidakirin. Heta niha van her du kesan paraznameyên xwe pêşkêş nekirine.
“Hûn me weke dijminan dibînin”
Eren Keskînê piştî ku dozgerî nêrîna xwe aniye ziman, paraznameya xwe pêşkêş kiriye: ”Dozgerî min weke endama rêxistineke çekdar nîşan dide. Ev li dijî hiqûqa Tirkiyeyê bi xwe ye. Ev pêkanîna hiqûqa dijminantiyê ye. Hûn me weke dijminan dibînin. Ez vê dûrî aqil dibînim. Ez demê dixwazim. Ji ber ku min weke ‘endama rêxistinê dibînin’ û ez heya niha qet nebûme tiştekî wiha. Divê ez bibînim ku vê rewşê çawan ji were vebêjim.”
Parêzeran jî ji dadgehê daxwaza demê kirin. Heyeta dadgehê daxwaza demê qebûl kir û biryar da ku dadgehkirin di 14ê Sibatê de dewam bike.
Çi bûbû?Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin. Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin. Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin. Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker. Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin. Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da. Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin. Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin. Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin. Derbarê 50 rojnamegerên Nobedarên Weşanê de lêpirsîn dan destpêkirin û derbarê 39 rojnamegeran de jî doz hat vekirin. Di 29ê Kanûna 2016an de Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan. |
(TP/FD)