Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadweriya Silh û Cezayan a Enqereyê, li ser daxwaza Fermandariya Giştî ya Cendermeyan, di 16ê Tîrmehê de biryar girtiye ku 136 malper, hesabên Twitter, Facebook, Instagram, Youtube û Pînterestê bên astengkirin.
bianet.org jî yek ji wan malperan e ku biryara girtinê ji bo wê hatiye standin.
Biryar
Lêkolîn li ser daxwazname û pêvekên wê hatiye kirin û biryar hatiye standin ku daxwaza navborî bê qebûlkirin. Di vê xala qanûnê de hatiye nivîsandin ku, "Yek yan jî ji yekê zêdetir sedemên li hemberî parastina mafê jiyanê û can û milkên şexsan, parastina ewlehiya netewî û sazûmana civakî, pêşîlêgirtina li sûckirinê yan jî parastina tenduristiya civakî derkeve holê, dadwer an jî di wan rewşan de ku heke biryar dereng bê dayîn wê xetere derkeve holê, ji bo parastina Serokomariyê an jî ewlehiya netewî û sazûmana civakê, pêşîlêgirtina li sûckirinê yan jî parastina ewlehiya civakî, li ser daxwaza wezaretê, ji bo weşanên li ser înternetê bên rakirin an jî weşan bên astengkirin Serok dikare biryarê bide. Serok biryarê demildest ji bo şîrketên ragîhaniyê û ragîhaniyên têkildar ên cih û naverokê dişîne. Ji bo pêkanîna biryarê çi hewce dike divê bike û biryarê di nava çar seaten de pêk bîne." |
Dadgehê di biryara xwe de ti hincet nîşan nedaye û bi vê biryarê re nêzîkî 200 hezar nûçeyên bianetê hatiye astengkirin. Bianet ji sala 1998ê û vir ve weşanê dike.
Eyuboglû: Ji bo hemû weşana malperê biryar hatiye derxistin
Meriç Eyuboglû, parêzera bianetê li hemberî vê biryarê derket û wiha got:
“Beriya niha bi biryarên dadweriyên cida cida re nûçeyên ku bianetê, hatibûn astengkirin. Me li hemberî hemû biryaran serî li dadgehê dabû, paşê jî me biribû ber destê Dadgeha Destûrî.
“Di du serlêdanên me de Dadgeha Destûrî biryar girtibû ku biryarên sansurê azadiya çapemeniyê binpê dikin. Serlêdanên me yên din hîna li ber destê Dadgehê ye.
“Lê di biryarên berê yên astengkirinê de, nûçeya ku bûbû mijara serlêdanê (gilîkirinê) hatibû astengkirin. Niha dadwerê peywendîdar, biryar ne ji bo nûçeyê, ji bo tevahiya malperê daye. Her weha hewce nedîtiye ku biryareke wiha mezin bispêre ti hincetekê.
“Me zanyariyeke zelal bi dest nexist”
Me serî li dadgehê da, lê ti zanyariyeke berbiçav û zelal bi dest nexist. Biryar di 16ê Tîrmehê de yanî beriya dadkirina Geziyê bi du rojan hatiye derxistin û di nava wan malper û hesabên hatine astengkirin de ew malper û hesab hene ku di dema dadgehkirina geziyê de bi rêk û pêk weşana xwe kirine (beşek ji van malper û hesaban li derveyî dadgehkirina Geziyê ti tiştek neweşandine). Ji ber vê rewşê ye ku dibe Fermandariya Giştî ya Cendermeyan ji ber doza Geziyê gilî (!) kiribe.
Em weke mixatabê vê biryarê, hewl didin biryara sansurkirinê ya ewqas mezin di encama texmîn û rawêjan de fam bikin, tê bigihêin û rave bikin. Ev bi xwe jî dide xuyakirin ku bê em bi rewşeke çawa ya hiqûqî re rû bi rû ne.
“Biryar skandaleke hiqûqî ye”
Bêyî ti lêkolîneke din li ser daxwaza Fermandariya Giştî ya Cendermeyan bikin, biryara astengkirinê ji bo malpereke nûçeyan didin ku bi hezaran nûçe weşandiye. Kesên ku ev biryar dane, hewce nabînin ku hinceta wê nîşan bidin. Bi gotina herî sivik, skandaleke hiqûqî ye ev rewş. Lewre ev biryar êrîşeke mezin li ser azadiya xweîfadekirinê, azadiya çapemeniyê ye, midaxeleyeke mezin e. Ecêbiyeke mezin e.
Ev biryar ji me re nehatiye şandin. Me di encama rasthatiniyekê de em jê agahdar bûne. Weke gelek malper û navnîşanên di encama biryarê de hatine reşkirin, dibû ku bianet jî bihata reşkirin.
Niha em nizanin wê kengî ve biryar bicî bibe û em li bendê ne. Li gorî gotina berdestê dadgehê “bi dorê” ev biryar tê bicîkirin.
Di vê merheleyê de daxwaza me ew e ku îtiraza me demildest binirxînin û biryara astengiyê rakin. Heke na, ji bo vê biryarê jî weke bi milyonan biryarên din bavêjin sergoyê biryaran, çi pêwîst be tevlî xwendevanên bianetê wê bê kirin.”
Ji bo biryara dadgehê bitikîne
15 malperên înternetê hatine qedexekirin
Dadweriyê li gel bianetê ji bo 14 malperên din jî biryara qedexeyê derxistiyê. Malperên ku hatine qedexekirin ev in:
www.etha10.com, halkinsesitv21.blogspot.com, ozgurgelecek17.net, osp.org.tr, geziyisavunuyoruz.org, www.gazetefersude.com, yenidemokratgenclik1.com, umutgazetesi14.org, kizilbayrak43.net, kizilbayrak44.net, marksistteori.org, direnisteyiz26.org, mucadelebirligi6.net, antayasokak.e-monsite.com.
Dîsa Dadweriyê hesabê Twitterê yê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoyê jî qedexe kiriye.