Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Agahîdanka Çavdêriya li Medyayê wê dest bi weşanê bike û em ê 3yê Tîrmehê saet di 18.00ê de ji bo wê werin ba hev.
Raporên Çavdêriya Li Medyayê yên ku behsa binpêkirinên azadiya xweîfadekirinê yên li ser xebatkarên medyayê û saziyan dike wê êdî di agahîdankekê de were arşîvkirin. Em raporan ji sala 2011ê û vir ve amade dikin.
Projeya nûçegihaniya pêvajoyên dadkirinêMe ev proje bi piştgiriya SIDAyê(Ajansa Hevkariyê ya Pêşketina Navneteweyî ya Swêdê) di navbera Kanûna Paşiyê ya 2018 û Kanûna Paşiyê ya 2019ê de temam kiriye. Koordînatora projeyê Elîf Unal e. Me û Civil Rights Defendersê digel nivîskar, rojnameger û rewşenbîran civînek pêk anî. Em ji hevkarên li bianetê, piştgirên projeyê û MYRAyê re spas dikin. |
Agahîdanka Çavdêriya Li Medyayê yek ji wan xebatên Projeya Nûçegihaniya Pêvajoya Dadkirinê û Azadiya Xweîfadekirina Medyayê ye. Armanca vê agahîdankê ew e ku li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên li medyayê berbiçav bike, bi raporan wan tomar bike, yanî tiştekî li têkoşîna azadiya xweîfadekirinê zêde bike.
Di dema amadekirina agahîdankê de me sûd ji Raporên Çavdêriya Li Medyayê wergirt ku bianetê ev rapor amade kirine. Alk. Doç. Dr. Ûlaş Karanî şêwirmendê akademîk, parêzer Gulçîn Kaner edîtora agahîdankê, Elîf Unal jî koordînatora projeyê bû.
Di hevdîtina 3yê Tîrmehê de agahîdank wê dest bi weşanê bike û em ê li ser binpêkirina mafên li ser xebatkarên medyayê û saziyên medyayê ên li Tirkiyeyê biaxivin.
Erol Onderoglû, Ûlaş Karan û Gulçîn Kaner jî wê beşdarî bernameyê bibin. Piştî wê jî bername wê bi kokteylekê berdewam bike.
--------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Cih: Atölye BİA Faikpaşa Caddesi 37/5 Beyoğlu/ İstanbul
Dîrok: 3 Tîrmeh 2019
Saat: 18.30-20.30