Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnamegerên Sînornenas (RSF) di 29ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) de, rapora xwe ya bi navê “Rojnamegerên Di Hedefa Grûpên Mafyayî De Ne” aşkere kiriye.
Li gorî raporê, ji sala 2017ê û heta niha grûpên mafyayî 30 rojnameger kuştine.
Sala 2017ê li Meksîkayê 9, li Brezîlyayê 1, li Hondûrasê 1, li Maldîvlerê 1 û li Rûsyayê 1, bi giştî 14 rojnameger bi destê van rêxistinan hatine kuştin.
Di sala 2018ê de jî li Meksîkayê 4, li Brezîlyayê 3, li Ekvadorê û li Kolombiyayê 3, li Hindîstanê 1 û li Slovakyayê jî 1, bi giştî 12 rojnameger hatine kuştin.
Malbatên wan jî bûne hedef
RSF ji bo vê lêkolînê bi wan rojnamegeran re axivî ye ku ji ber nûçeyên wan ên derbarê grûpên mafyayî de gefa kuştinê li wan tê xwarin. Li gorî vê lêkolînê, malên hin rojnamegeran hatine şewitandin, malbatên wan bûne hedef, hevalên wan an jî ji malbatên wan hin kes winda bûne yan jî hatine kuştin.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku li Brezilya, Kolombiya û Meksîkayê kartelên tiryakfiroşiyê yên bi hêz, li Hindîstan, Kamboçya û hin welatên Afrîkayê jî komên sûcî yên rêxistinî yên bi talankirina çavkaniyên xwezayî re dewlemend bûne, rojnamegeran dikin hedef.
Li Ewropayê jî rojnamegerên lêkolînê derbarê grûpên mafyayî yên li Îtalyayê di dikin dibin xetereyê de ne. Ji ber vê ye ku par, li Îtalyayê polîsan dest bi parastina 200 rojanemegerî kiriye. (EO/AS/FD)
Ji bo hemû raporê, bitikîne (ingilîzî)