Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
NewsLabTurkey wê 1ê Çiriya Pêşiyê ya 2018ê dest bi weşanê bike. NewsLabTurkey, ji bo rojnamegeran wê li ser çîrokbêjiya dijîtal, rojnamegeriya bi datayan, ewlehiya zanyariyê, rêveberiya torên civakî û modelên dahata dijîtal, zanyariyan belav bike.
NewsLabTurkey bi piştgiriya The Guardian Foundation wê dest bi xebatê bike. Armanc dike ku perwerdeyê bidin rojnamegeran û kes û saziyên li Tirkiyeyê di pîşesaziya rojnamegeriyê de kar dikin û wan ji pêşketinên dawî agahdar bikin.
NewsLabTurkey wê li ser malpera newslabturke.orgê weşanê bike.
Ji Zanîngeha Arktikê ya Norwecê, Doç Dr. Sarphan Ûzûnoglû berpirsê Weşanê yê Giştî yê malperê ye. Midûrê Karên Nivîsa jî Mehmet Şafak Sari, Serokê Komeleya Zanyarî û Ragihandina Civakî ye.
Ûzûnoglû armanca xebatê wiha vegot:
“Armanca me ew e ku perwerdeyê bidin rojnamegerên nifşê nû yên bizanibin çîrokan vebêjin û xwe li gorî teknolojiyê bi pêş xistibin û tecrubeyên nû li rojnamegerên kar dikin zêdetir bikin û zanyariyên bêhtir bidin wan.”
Lijneya Weşanê
Rojnameger Kareem Shaheenê ji bo The Guardianê kar kiriye, Orhan Şener, Arda Çetîn, Dûygû Ûzûnoglû, Kenan Dûrsûn, Can Ertûna, Sergul Taşdemîr, Nîhan Bora, Şevket Ûyanık û Ramazan Sûbaşi. (SD/HK/FD)