Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
26 car in ku Xelatên Rojnamegerî û Şehîdên Çapemeniyê têne dayin. Îro lijneya dayina xelatan navên xwediyên xelatan diyar kiriye.
Xelata nûçeya herî baş a bi zimanê kurdî nehatiye dayin. Lijneyê ti nûçe hêjayî xelatê nedîtine. Xelata Jûriyê Zeynel Bulutî bi nûçeya “Li Ser şopa dîrokê: Gundê Melekê Tawîs Tawîsî” standiye.
Bixwîne - Xebatkarên medyaya bi biryarnameyan hatîn girtin Xelata Mûsa Anterî standiye
Xelata Nûçegihaniya jinparêz Arjin Dilek Oncelê bi nûçeya “Telhamut Çadır Kenti’nde mülteci kadınlar bir paket süt için fuhuşa zorlanıyor” standiye.
Xelata Rûmetê Dayikên/Mirovên Şemiyê standiye.
Xelata wêneyan Hayri Tunç û Vedat Arikî standiye. Wan bi wêneyên DAyikên/Mirovên Şemiyê xelat standiye.
Xelata nûçeya herî baş a bi zimanê tirkî, ji Gazete Karincayê Bekir Avciyî standiye. Navê nûçeya wî “Çanak Anten’den Wireless’a: Kürt illerinde değişen haber alma pratiği” ye.
Xelata jûriyê ya nûçeya herî baş a bi zimanê tirkî, nûçegihanê Arti Gerçekê Rifat Doganî bi nûçeya “Faili meçhul dosyaları yakılması için SEKA’ya gönderiliyordu” standiye.
Özgür Evran û Beşir Geroğluyî xelata karîkatûrên herî baş standiye.
Mûsa Anter
Di sala 1920ê de li Gundê Zivingê yê Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatiye dinê. Xwendina destpêkê li Mêrdînê ya navê li Edeneyê û zanîngeh li stenbolê xwendiye.
Wî beşa Dadnasiyê li Zanîngeha Stenbolê xelas kiriye.
Di 20ê Îlona 1992yê de ji bo Mîhrîcana Çand û Hûnerê çûye Amedê(Diyarbekir) û kitêbên xwe îmze kiriye. Piştî îmzekirinê li taxa Cumhuriyetê êrîşa çekdarî li wî û Orhan Mîroglûyê xweharziyê wî hatiye kirin. Anter miriye û Mîroglû birîndar bûye.
(AS/MB)