Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê dê 2yê Îlonê Atolyeya Rojnamegeriya Kurdî û Wergerandina Nûçeyan li AtolyeBIAyê pêk bîne.
Edîtorên bianet kurdîyê, Murat Bayram û Ferid Demirel dê dersan bidin.
Guherîn û Geşbûna Medyaya Kurdî, Dîroka Nûçegihaniya Kurdî, Zimanê Medyaya Kurdî, Wergerandina Nûçeyên Tirkî Bo Kurdî mijarên dersan in. Bi tenê 20 kes dikarin beşdar bibin.
bianet bangî rojnamegerên bêkar hatîn hiştin, xwendekarên ragihandinê û wan kesên bala wan li ser nûçegihaniyê dike ku bila beşdarî atolyeyê bibin.
Hûn dikarin herî dawiyê 28ê vê mehê(Tebax) daxwaza beşdariyê bikin.
Ev atolye xeleka sêyem ya rêze-atolyeyên AtolyeBIAyê ye. AtolyeBIAyê 7-14ê Hezîranê “Ji Bo Nûçegihanan, Atolyeya Medyaya Nû” û 16-25ê Tîrmehê “Ji Bo Rojnamegeran Atolyeya Nûçegihaniyê” pêk anîne.
Xeleka piştî atolyeya navborî “Atolyeya Wênegiriya Nûçeyan” e ku dê 7-8-9ê Îlonê bê pêkanîn.
Ji bo hûn beşdarî atolyeyê bibin divê hûn forma li jêr dagirin û bi sernivîsa “Kürtçe Habercilik ve Çeviri Atölyesi” ji bo navnîşana [email protected] bişînin.
Ji bo barkirina forma daxwazkirinê vê dûvelanka li rexê bitikîne û formê bi zimanê tirkî dagire.
Başvuru formunu indirmek için tıklayın
(EKN/MB)