Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî derbarê operasyonên di navbera 6 û 13ê Tebaxê de daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye.
Li gorî daxuyaniya ku di malpera fermî ya Wezaretê de hatiye belavkirin, di hefteya dawiyê de lêkolîn li ser 402 hesabên medyaya civakî hatiye kirin û lêpirsîn ji bo 292 hesaban hatiye destpêkirin.
Wezaretê aşkere kiriye ku ji ber sedema “propagandaya rêxistina terorê kirine, pesnê van rêxistinan dane, têkiliya xwe ya bi van rêxistinan re aşkere kirine, kîn û nefret di nava gel de belav kirine, heqaret li pilebilindên dewletê kirine, qesta hevgirtina dewletê û ewlehiya giyana civakê kirine, gotinên nefretê bi kar anîne” lêkolîna van hesaban hatiye kirin.
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê duh aşkere kiribû ku ji bo 346 hesabên medyaya civakî yên derbarê dolarî de peyam belav kirine wan lêpirsîn daye destpêkirin.
Wezaretê diyar kiribû ku di 26ê Sibatê de 845 kesên li ser medyaya civakî parvekirinên rexneyî yên li ser operasyona leşkerî ya Efrînê kiribûn û beşdarî çalakiyên bi heman armancê bûbûn, hatine desteserkirin. (AS/FD)