Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di roja dawiyê ya Ji Bo Rojnamegeran Atolyeya Nûçeyan de beşdaran nûçeyên ku amade kirine pêşkêş kirin. Atolye ji hêla Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianetê ve tê çêkirin.
Beşdarên atolyeyê piştî pêşkêşkirina nûçeyên xwe, sertîfîka standin.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet ji sala 2000ê li ser rojnamegeriyê atolye û semîneran pêk tîne. Atolye li AtolyeBiayê têne pêkanîn. AtolyeBia li avahiya navenda nûçeyan ya bianetê ye. Atolyeya duyem di navbera 16 û 25ê Tîrmeha 2018ê de çêbû. Ji zanîngeh û bajarên cuda cuda rojnameger û namzetên rojnamegeriyê beşdarî atolyeyê bûn.
Li ser AtolyeBİAyê
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/Tevna Ragihandinê ya Serbixwe "Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Medyaya Nû" saz dike. Bi vê atolyeyê dixwaze ji bo rojnamegerên ji saziyên cuda cuda ên medyayê, rojnamegerên bêkar hatine hiştin û xwendekarên fakulteyên ragihandinê yên di beşên rojnaemgerî û radyo û televizyonan de dixwînin atolyeyan çêbikin. Ev bername bi piştevaniya Ajansa Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) ve bi rê ve diçe.
Di çarçoveya bernameyê de wê li ser mijarên weke "Rojnamegerî, Têgihiştina Nûçegîhaniyê, Nûçegîhaniya Zayendparêziyê, Rojnamegeriya Aştîxwaz, Di Rojnamegeriyê de Rola Medyaya nû, Ji bo Rojnamegeriyê Navgînên Dijîtal, Ewlehiya Dijîtal û Wênekêşiya ji bo Nûçeyan" bên sekinandin. (EG/GA/HK/FD)