Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di roja çarem ya AtolyeBiayê de, Kemal Canî li ser çêkirina hevpeyvînan û Emre Kizilkayayî li ser rojnamegeriya li ser înternetê ders dan. Berpirsên weşana bianetê, Haluk Kalafat û Ekin Karacayî li ser weşanên bianetê agahî dan.
17 xwendekarên zanîngehan beşdarî atolyeyê bûne.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet ji sala 2000ê li ser rojnamegeriyê atolye û semîneran pêk tîne. Atolye li AtolyeBiayê têne pêkanîn. AtolyeBia li avahiya navenda nûçeyan ya bianetê ye.
Bernameya atolyeyê
Atolye wê 10 rojan berdewam bike û dersên ku wê bê dayîn ev in:
* Destpêka rojnamegeriyê / Tûgrûl Eryilmaz
* Atolyeya Nûçeyan / Tûgrûl Eryilmaz – Ahmet Tûlgar
* Atolyeya wênekêşiya ji bo nûçeyan / Ozcan Yûrdalan
* Nivîsandina nûçeyan ji ber îdianame û zabitnameyên dozan / Sedat Ergîn / Rojnameger
* Roportaj û hevpeyvîn / Kemal Can / Rojnameger
* Nûçegihaniya li ser înternetê / Emre Kizilkaya / Rojnameger
* Tecrubeya bianetê, nûçegihaniya li ser înternetê / Halûk Kalafat / Berpirsê weşanê yê bianetê
* Nêzîkatiya li nûçeyê ya multîdisiplînê û bihartina feraseta nûçegihaniya medyaya berbelav / Prof. Dr. Sevda Alankûş / Şêwirmenda Perwerdeyê ya BİAyê, Dersdêra Zanîngeha Kadîr Hasê
* Ji bo rojnamegeran zanyariya esasî ya derbarê Wordpressê / Hîkmet Adal / bianet
* Filmê Spotlight û rojnamegerî / Mehmet Açar / Rexnegirê sînemayê
* Di roja me de Tirkiye / Mûrat Çelîkkan / Nafenda Heq Edalet û Bîrê
* Edîtor çi dixwazin û nûçegihan çi dikin? Şengun Kiliç / Rojnameger
* Ji bo rojnamegeran ewlehiya dijîtal / Şevket Ûyanık / Pispor û Şêwirmendê ragihandinê
* Di nûçegihaniyê de pisporî û nûçegihaniya perwerdeyê / Ûmay Aktaş / Rojnameger û Lêkolînera Hewldana Reforma Perwerdeyê
Li ser AtolyeBiayê
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/Tevna Ragihandinê ya Serbixwe "Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Medyaya Nû" saz dike. Bi vê atolyeyê dixwaze ji bo rojnamegerên ji saziyên cuda cuda ên medyayê, rojnamegerên bêkar hatine hiştin û xwendekarên fakulteyên ragihandinê yên di beşên rojnaemgerî û radyo û televizyonan de dixwînin atolyeyan çêbikin. Ev bername bi piştevaniya Ajansa Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) ve bi rê ve diçe.
Di çarçoveya bernameyê de wê li ser mijarên weke "Rojnamegerî, Têgihiştina Nûçegîhaniyê, Nûçegîhaniya Zayendparêziyê, Rojnamegeriya Aştîxwaz, Di Rojnamegeriyê de Rola Medyaya nû, Ji bo Rojnamegeriyê Navgînên Dijîtal, Ewlehiya Dijîtal û Wênekêşiya ji bo Nûçeyan" bên sekinandin.
(GA/BK/MB)