Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê(TGS) peymana bi Tevna Ragihandina Serbixwe(bianet) re nû kir.
Li Tirkiyeyê yekem malpera bi sendîkayê re peyman îmze kirî bianet bû. Peymana yekem ji beriya du salan hatibû îmzekirin û bianetê li gor xalên peymanê karê xwe bi rê ve biriye.
Şêwirmenda projeya binetê û seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSyê, Nadîre Mater, serokê TGSyê Gokhan Durmuş û parêzerê TGSyê Cemal Polat beşdarî rêûrisma îmzekirina peymanê bûn.
Di peymanê de mafên bingehîn ên wek alîkariya dayina heqê rêyê, rojên betlaneya salane, azadiya edîtoran û mafê wekheviya zayendan hene.
Xweşbînî
Di peymanê de hatiye diyarkirin ku karsaz ji bo cidaxwazî çênebe dê ji bo kesên ciwan, pîr, koçber, xwediyên pêdivîyên taybet û LGBTyan xweşbîn be.
Karsaz ji bo karkirinê û dema ji-karî-derketinê dê ji bo kesên LGBT alîkar be.
Destûra ji bo 8ê Adarê
Wek di peymana berê de jî hatibû qebûlkirin, ji bo xebatkarên jin destûr dê bê dayin. Heke ew bixwazin kar bikin ji bo wan heqê rojekê ji zêdeyî ve dê bê dayin.
Heke xwediya fonê SIDA(Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya Swêdê) qebûl bike; 10ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê, di Roja Rojnamegerên Dixebitin de û di 1ê Gulanê, Roja Karkeran de ji bo xebatkaran 500 TL(Lîreyên Tirkan) dîyarî dê bê dayin.
Ji bo dîtina hemiya peymanê li vê derê bitikîne.(Peyman bi zimanê tirkî ye.)
(HA/MB)