Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameya Yeni Yaşamê îro dest bi weşana xwe kir. Rojnameyê di hejmara xwe ya pêşiyê de li ser kêmbûna nirxê lîreyê Tirkiyeyê sekiniye û gotina “Gel wê berdêlê bide” kiriye manşet.
Dr. Ridvan Tûran xwediyê rojnameyê ye û Çağdaş Kaplan Berpirsê Giştî yê weşanê, Osman Akin jî Midûrê Nivîsan e.
Mucella Yapici, Beyza Ustun, Nesrîn Nas, Arîf Altan, Celal Başlangiç, Gulsum Kav, Fîkret Başkaya, Mûrat Ûyûrkûlak, Yildirim Turker û Fotî Benlîsoy hin navên ku wê di rojnameyê de gotaran binivîsin. (HK/FD)