Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Heft sal û nîv cezayê girtîgehê li Eren Keskîn Hevberpirsa Weşanê ya Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê û Reyhan Çapan Midûra Nivîsan hat birîn ku rojname di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin.
Dadgehkirin li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi rê ve çû.
Ji ber ku 21yê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de nivîsa bi navê “Bêdengî qirkirin, berxwedan serkeftin e”, 22yê Çiriya Paşiyê ya 2015ê “Bang ji Nisêbîn û Geverê: Li hemberî êrîşên qirkirinê li herderê rabin serhildanê” û 25ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê nivîsa bi navê “Êdî bes e” di rojnameyê de hatine belavkirin bi tohmeta ku “biçûkxistina Tirkîtiyê, komarê û sazî û dezgehên dewletê” dadgehê ceza li Çapan û Keskînê birî.
Doz di çarçoveya Xala 301ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan de (TCK) hatibû vekirin.
Dadgehê ji bo her yekê ji wan sal û 6 meh ceza da û bi îdiaya ku ji carekê zêdetir sûcî kirine cezayê wan bilind kir û her yek ji wan rastî 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatin.
Dadgehê 5 sal û 2 meh cezayê din jî birî
Dîsa Eren Keskîn û Huseyîn Aykol Hevberpirsên Weşanê yên Giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê, Reyhan Çapan Midûra Nivîsan û Ersîn Çaksû nûçegihanê rojnameyê li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatin dadgehkirin. Doz di çarçoveya Xala 299ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan de (TCK) hatibû vekirin.
Dadgehê 3 sal cezayê girtîgehê li Keskîn û Çapanê birî û 6 mehê din li vî cezayî zêde kir û ceza derxist 3 sal û 6 mehan. Herwiha careke din ceza zêde kir û di encamê de her yek ji Keskîn û Çapanê 5 sal û 3 meh ceza xwar.
Dadgehê Cezayê Çaksû û Akyolî bi paş de avêt
Dadgehê sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Çaksûyî birî û ev ceza daxist 11 meh û 20 rojan.
Ji hêla heman dadgehê ve salek ceza li Huseyîn Aykolî hat birîn û dadgehê ceza derxist sal û du mehan. Dîsa heman ceza bilind kir û sal û 6 meh û 15 roj an. Paşê jî dadgehê heman ceza daxist sal û 3 meh û 12 roj an.
Dadgehê cezayê li Çaksû û Akyolî biriye bi paş de avêt.
5 sal cezayê girtîgehê li Ayşe Batûmlûyê hat birîn
Di doza ku ji ber nivîseke parêzer û nivîskara rojnameyê Ayşe Batûmlûyê hatibû vekirin li heman dadgehê berdewam kir. Dadgehê bi hinceta ku “dihêle sûcî bikin” 5 meh cezayê girtîgehê li Batûmlûyê birî û ev ceza bi paş de avêt.
143 doz li Keskînê hatiye vekirin
Keskînê piştî biryara dadgehê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: “Îro ji ber Berpirsiyariya Weşanê ya Giştî ya Ozgur Gundemê 7 sal û nîv ceza li min hat birîn. Ez serî hildidim.”
Heta îro 143 sal doz li Keskînê hatiye vekirin û Keskîn ji ber van dozan 355 hezar û 920 TL cezayê pareyan hatiye birîn. 105 hezar û 920 TL ji vê hatiye erêkirin. Dosyayên 250 hezar TL cezayê pareyan û 5 sal cezayê girtîgehê jî li Dadgeha Bilind e ku biryara wan derkeve. (EA/FD)